Jinan li Sêrtê 8ê Adarê pîroz kir
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglû ku di meşa 8ê Adarê de axivî, diyar kir ku ew ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin.

Bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê heta Kolana Guresê, bi pêşengiya Meclisa Jinan a DEM Partiyê, meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi dirûşmeya "Em bi serhildana xwe berxwedanê û bi berxwedanê jiyaneke azad û wekhev dihûnin" hat lidarxistin, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û parlamentera bajêr Sabahat Erdogan Saritaş û gelek jin beşdar bûn. Jin bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" û "Peymana Stenbolê jiyan e" meşiyan.
Halide Turkoglû ku di meşê de axivî, diyar kir ku jin li dijî tundî, şer û newekheviyê têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke wekhev û azad bidomînin. Halide Turkoglû tekez kir ku jin beşek ji berxwedaneke mezinbûyî ya li Rojhilata Navîn û cîhanê ne.
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaşê jî diyar kir ku jin hem di têkoşîna maf û hem jî di têkoşîna aştiyê de roleke pêşeng dilîzin. Meral Daniş Beştaş her wiha got ku jin dê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî pêşengiyê bikin û têkoşîna jinan dê berdewam bike.
Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.


