Agirê Newrozê li Wan, Bismil û Sêrtê şev ronî kir
Duh bi şev li gelek bajaran cejna Newroza “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin.

Duh bi şev li gelek bajaran cejna Newroza “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Li taxa Petrolkentê ya Êlihê, li 48 tax û gundên Bimsilê, li navçeya Tuşba ya Wanê û li taxa Conbayir a Sêrtê agirê Newrozê hat geşkirin.
Li Êlihê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê li Parka Şerzan Kurt a Petrolkenta Êlihê bi tevlibûna hezaran kes agirê Newrozê pêxistin û li derdora agir govend gerandin. Bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin berzkirin.
Bismil
Her gel li 28 tax û gundên navçeya Bismila Amedê jî agirê Newrozê pêxistin û li derdora agir govend gerandin.
Wan
Li navçeya Tuşba ya Wanê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) agirê Newrozê hat pêxistin û jinan bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê Newroz pîroz kir. Di dema pîrozkirina Newrozê de dîmenên rengîn jî derketin holê.
Sêrt
Her wiha duh rêveberên DBP, DEM Partiyê, TJA û gel li taxa Conkbayir a Sêrtê jî agirê Newrozê hil kir û Newroz hat pîrozkirin.


