Jinên Kurd bang li Neteweyên Yekbûyî dikin
Jinan ji bo pêşî li êrişên ser Rojava bigirin, kampanyaya ‘Jinên Kurd bang li Neteweyên Yekbûyî dikin’ dan destpêkirin.

Jinên ji çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê ji bo êrişên ser Rojavayê Kurdistanê bidin sekinandin kampanyayeke navneteweyî dan destpêkirin.
Çeteyên HTŞê, DAIŞê, û girêdayî Tirkiyeyê li gel agirbesta hatiye ragihandin, amadehiya li dijî Rojava amadehiya şer dikin. Jinên ji çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê ji bo erişên li ser Rojavayê Kurdistanê bidin sekinandin bi navê ‘Jinên Kurd bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin’ kampanyayek dan destpêkirin.
Jinan di nameya ku ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandine de destnîşankirin kirin ku doza kurd, li Sûriyeyê bingeha aramiya herêmê ye. Jinan diyar kir ku bi deh salan e polîtîkayên înkarê li ser gelê kurd têne meşandin û dan zanîn ku ev yek krîzê kûrtir dike.
Jinan di nameyê de bal kişandin ser berxwedana dîrokî ya jinên Kurd a li dijî terorîzmê û hate gotin ku jinên Kurd ne tenê di qada leşkerî de, di parastina nirxên mirovî, wekhevî û edaletê de jî bûn mînakên bêhempa û ev tişt gotin: “Ev têkoşîn nîşaneya dilsoziya civaka kurd a bi nirxên gerdûnî re ye.”
Jinan di metna ji NYyê re şandine daxwazên xwe wih rêz kirin:
“* Divê mafên neteweyî û siyasî yên kurdan di çarçoveya navneteweyî de bêne naskirin.
* Divê ji bo rawestandina êrîşên li ser sivîlan û guherîna demografîk, çavdêrên navneteweyî û aştîparêz biçin herêmê.
* Divê demildest ji bo herêmên ku di bin bandora şer de ne alikariyên lezgîn bêne şandin.
* Divê kurd di pêvajoyên biryara siyasî ya ji bo pêşeroja Sûriyeyê de wekî aliyekî bingehîn bêne qebûlkirin.”
Kesên dikarin bi îmzeyan piştgirî bidin kampanyayê û piştgirî bikin dikarin lînka li jêr bitikînin.
https://www.change.org/p/kurdish-women-call-on-the-united-nations-to-take-responsibility?recruiter=1400375765&recruited_by_id=cf2fe530-f95e-11f0-8824-15849aac4eb4&utm_source=share_petition&utm_campaign=starter_onboarding_share_personal&utm_medium=copylink


