Jinên li Binarê Qendîlê civînek li dar xistin

Li Binarê Qendîlê bi boneya 8ê Adarê civînek girseyî ji bo jinan hat lidarxistin. Di civînê de li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û giringiya sîstema hevserokatiyê nirxandin hatin kirin.

1 deqe xwendin
Jinên li Binarê Qendîlê civînek li dar xistin

Duh êvarê li gundê Derwekutrî ya Binarê Qendîlê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî civînek girseyî hat lidarxistin. Naveroka civînê li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û giringiya sîstema hevserokatiyê bû.

Di despêkê de Endama Meclîsa Jinên Qendîlê Serwîn Celal axivî, 8ê Adarê di serî de li Rêber Apo û tevayî jinên azadîxwaz û kedkar pîroz kir. Serwîn got: “Em di vê rojê de hemû jinên têkoşer ku ji bo rêya azadiyê bûne meşale, bibîrtînin.”

Di dewamê de Serwîn Celal li ser felsefeya Rêber Apo ya têkildarî jinê got: “Bedena jinê hatiye parçe kirin û di bazaran de tê firotin. Em niha rastiya wê gotina Rêber Apo ya dibêje, ‘Heta jin azad nebe, welat azad nabe’ fam dikin. Em niha dibînin ku şoreşa Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ despê kir û jinên Kurd bûne modelek cîhanî di têkoşîna li dijî dijminê herî dirinde de.”

Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa jî li ser guherînên ku li herêmê çêdibin axivî û got: “Jin dîrokek xwe ya bi êş û bixwîn hene. Lê îro em vê dîroka xwe bi destê xwe dinivîin. Berê wek amrazek wek makîneyek ya çêkirina zarokan li jinê dihat temaşekirin. Lê bi saya tevgera azadiyê ew fikir hat têkbirin.”

Di derbarê sîstema hevserokatiyê de jî Lavan Mistefa got: “Binarê Qendîlê ji pênc herêman pêktê, her herêmek ji van meclîsek ya xwe ku endamên wê ji jin û mêran pêktê heye û bi sîstema hevserokatî tê birêvibirin. Dema du hişmendî (Jin û mêr) bi hevre kar dikin xizmetek baştir tê kirin. Ji berku jin û mêr temamkerê hevin.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa ji jinan xwest ku destkeftiyên xwe biparêzin û got: “Destkeftiyên ku li Rojava û deverên din hatine bidestxistin bi xwîn û xuhdana jinan çêbûne. Pêwîste em xwe perwerde û birêxistin bikin. Ji berku jin dibistana despêkê ya nava mal û civakê ye. Divê were zanîn ku heta jin azad nebe, civak jî azad nabe.”