Jineolojî û perwerde
Yek ji armancên bingehîn ên jineolojiyê jî bipêşxistina xebatên perwerdeyê ya bi beşên cuda yên civakê re ye. Heke perwerde çalakiya veguhastina hemû ezmûn û zanînên bidestxistî tê binavkirin, wê demê xweza mamosteya yekemîn a mirovahiyê ye.

Di pêşveçûn û guherîna gerdûnê de xwezayê xwe di nav milyonan salan de afirand. Her ku mirov di vê pêvajoya afirîner de bi pêş ve çûn, ew fêr bûn ku zimanê xwezayê fêm bikin û guh bidin hişyariyên wê. Ew fêrî peydakirina xwarin û çêkirina cil û bergan, dîtina sitargehan bûn. Her wiha bi ger û geşta di nav xwezayê de nêçîr kirin û di dawiyê de bi van ezmûnan teşe dan jiyana xwe û hin tişt jî veguherandin baweriyên pîroz.
Di jiyana gerdûnî de jin her tim bûne xwendekarên herî baş ên xwezayê. Wekî ku tê zanîn, mirov û hemû zindiyên xwezayê zarokên xwezayê ne, jin jî zarokan tînin dinyayê. Xala hevpar a di navbera wan de dayiktî bû. Di jiyana xwezayî de zayîn, xwedîkirin, parastin û hezkirin ew taybetmendî bûn ku jin nêzîkî hev dikirin. Ew bûn xwendekar û mamosteyên yekemîn ên xwezayê. Wan bi tiştên ku ji xwezayê fêr bûn, zarok, mêr û civak perwerde kirin. Di rêya dirêj û dijwar a rêwîtiya civakî de, jinan qet ji bîr nekir ku ew xwendekarên xwezayê û mamosteyên civakê ne. Ji ber ku wan qet çavkaniya zanîna xwe, rêbazên fêrbûnê, an pîroziya hînkirinê înkar nekirin, dizanibûn ku dê çi, çawa û kengê hîn bikin. Çawa ku xweza cudahiyê naxe navbera zarokên xwe, jinan jî bi hevkariyê zarokên xwe perwerde kirin. Zarok ne yên dayikekê, ya hemû dayikan bû.
Di vê pêvajoyê de dersa yekemîn li ser wate û hêza civakîbûnê bû. Bi hezaran salan, jinan bi vê ferasetê xweza nas kir û gelek zanistên ku civakîbûnê pêk tînin afirandin, jiyan keşf kirin û li dora xwe civatek exlaqî û siyasî bi pêş xistin.
Di wê demê de, dibe ku jinan dizanîbû ku divê perwerdehiya zarokên xwe nehêlin ji kesên din re. Ji ber vê yekê, di civaka xwezayî de ku xwedawenda dayik lê serdest bû, perwerde yek ji erkên sereke yên jinan bû. Bi taybetî di warên ol û baweriyê de, berhemdarî û şîfadayîna bi dermanan, zarok anîn û xwedîderketina wan, şiyana wan a xwedîkirina civaka xwe bi rêya komînal rêzgirtinek kûr afirand. Piştî demekê mêran ji ber vê rêzgirtinê hesûdî kir û bi zext û êrişên dijwar saziyên ramana baviksalarî yên damezirandî ava kirin. Hêdî hêdî cihê jinan di civak û perwerdeya zarokan de guherî.
Di van saziyan de zarok, bi taybetî kur, ji bin venêrîna dayikên xwe derdikevin û dikevin bin kontrola civakê û di dawiyê de jî ya hêzên otorîter-dewletê. Bi hêsanî dikare were gotin ku desthilatdar bi perwerdeyê civakan bi dest dixin û ev mafê herî bingehîn tê desteserkirin. Ji destpêka dibistana seretayî bigire heta zanîngehê, dewlet bi hezaran salan e li ser zarokan ferz dike ka çawa rûnin û rabin. Bi milyonan zarok û ciwan her roj bi vê pergala îdeolojîk a ku hişê wan zuha dike û jiyanê dicemidîne, tên perwerdekirin. Vê pergalê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne heta niha qet destûr nedaye perwerdeyeke civakî. Lê dîsa jî, li Rojhilata Navîn, bi hezaran salan cihên olî, keşîşxane û medreseyan wekî saziyên perwerdeyê xizmet kirine. Paşguhkirina vê ezmûna perwerdeya zanîna berhevkirî ya civakê, bi îdeolojiyek otorîter ve girêdayî ye. Dîsa di nav vê pergalê de dibistanên taybet hene ku armanca wan bi giştî aborî ye. Wan jî perwerde veguherandiye kelûpelek ku were kirîn û firotin. Ji ber vê yekê jî pergal li ber hilweşînê ye.
Êdî civak li ser pergaleke ku berpirsyariya ji dil û hezkirinê nîqaşan dike ku zanistê esas digire. Ev jî di xwezaya jinan de heye. Dibe ku ji ber vê yekê peyva "perwerde" hatiye bikaranîn. Ev jî hem di kurdî de û hem jî di farsî de tê wateya xwedîkirin, parastin û hezkirinê.
Ev taybetmendî mîrateya Xwedawenda dayik a ji bo jinan e. Bi dehhezaran salan e ku dayik hemû mirovahî wek zarokên xwe hez kirine, parastine û xwedî li wan derketiye. Jineolojî jî bi vê armancê têgiha "perwerdeyê" ku bingeh û dîroka perwerdeyê îfade dike, li gorî wateya wê ya rastîn li ser disekine. Ango, di serî de zarok û ciwanan ji pergala perwerdeya hovane ya modernîteya kapîtalîst biparêze; wan, di bin baskên xwezaya dadperwer a jinan de, bi perwerdeyeke hezkirin û bi nirxên civakî û felsefeya azadiyê xwedî bike.
Îro, qada perwerdeyê ji bo her qada jiyana civakî bûye pêdiviyeke girîng û meseleyeke hebûn û nebûnê. Bi nêrîna jinên ku xwendekar û mamosteyên yekemîn ên xwezayê bûn, tenê ew dikarin bi rêya pergaleke perwerdeya zanistî, xwezayî û teorîk a modernîteya demokratîk jiyanê ji nû ve biafirînin.
Perwerdeya damezirandî ya dewletan têgihîştina perwerdekirî vediguherîne parçeyek kaxiz û zarok û ciwanan ji jiyana civakî qut dike. Her wiha civakê ji sazî û kevneşopiyên xwe yên perwerdeyê dûr dixe. Ev her du sedem ji bo civakê wendahiyên girîng in û bi tena serê xwe pêşveçûna jineolojiyê wekî qadeke perwerdehiyê ya cuda ferz dikin. Çawa ku di civakên xwezayî de afirandin û parastina civakê de yek ji çalakiyên jinan ên sereke jinan perwerde bû, îro jî wekî pêdiviyeke ji bo avakirina civakek exlaqî û siyasî, jineolojî dê her cure lêkolînên teorîk û akademîk bi pêş bixe ku bikaribe saziyên perwerdeyê yên azad ava bike.
Li seranserê dîroka Rojhilata Navîn, hêzên şaristaniya demokratîk bi berdewamî alternatîfên wek dibistanên felsefeyê, navendên olî, medrese, mezheb, keşîşxane, tekye, mizgeft, dêr û perestgeh hemû wekî saziyên perwerdeyê bi pêş xistine. Jineolojî van û ezmûnên cur bi cur ên dîroka jinan ên ku di tariyê de mane vedikole û hewl dide ku bi karanîna teknolojiyên îroyîn modelek perwerdeyê ya bihêztir û nûjentir a demokratîk pêşkêşî civakê bike.
Yek ji armancên bingehîn ên jineolojiyê jî hevkariya beşên cuda yên civakê ye. Li ser vî esasî jineolojî bi berfirehî pirsgirêkên perwerdeyê dinirxîne û plansaziya xwe dike da ku qadên xwe yên wek aborî, ekolojî, demografî, siyaset, etîk-estetîk, tenduristî, dîrok û qadên din ên dibe ku di pêşerojê de hewce bibin, biafirîne û xebatkarên xwe bigihîne. Ev yek bi awayekî berfireh rêxistinkirina dibistan û akademiyan ferz dike. Dema ku pergaleke perwerdeyê tê plansazkirin, li şûna afirandina modeleke perwerdeyê ya yekalî, divê çalakiyên pratîkî li ser bingeha prensîbên demokratîk werin bipêşxistin da ku rê li ber mayîna teorîk a pergalê were girtin. Divê ev çalakî bernameyên dersê, têkiliyên di navbera mamoste, xwendekar û malbatan de û beşdariya ji beşên cuda yên civakê di nav xwe de bigirin.
Gava ku jin û zanista jiyanê jineolojî di nav civakê de bibandor bin, civak jî dê ji dewlet û hiyerarşiyê dûr bikeve û li gorî xweza, şert û mercan xwe bigihîne rêbazên xwe yên demokratîk û azad.


