Jineolojî zanînê ji nû ve şîrove dike
Jineolojî li ser têgihîştina jiyanê bixwe wekî çavkaniyek zanînê disekine. Ew ne tenê teoriyek an tiştek e ku di qada akademîk de heye û li wir dimîne; ew bi hemû aliyên xwe yên ku sûdê bidin civakê, careke din vedigerin nav wê.

Me di nivîsa yekem de bi giştî jineolojî çi ye û bi kîjan beşên jiyanê re eleqeder dibe, pênase kiribû. Niha jî em ê hinekî li ser wan beşan bisekinin. Jineolojî zanînê bi destê jinan û bi ezmûna wan a bi hezaran salan ve, lê dikole û şîrove dike. Jin vê zanînê bi bawerî û wêrekiyê xurtir dikin û dikarin xwe di hemû qadên jiyanê de ji nû ve bidin qebûlkirin.
Ezmûna wan a herî ber bi çav jî bi têkoşîna azadiya jinên kurd û tevgera wan a azadiyê ve hatiye ispatkirin. Lêbelê, ew dizanin ku hîn rêyek pir dirêj û bi zehmet li pêşiya wan e. Ew ê bi biryardariyê di vê rêya xwe de bimeşin.
Jineolojî ji bo çi zanista jiyanê ye?
Heke em dibêjin ‘jin, jiyan bi xwe ye’, ji bo çi di jiyanê de bi qasî ku heq dikin, xuya nakin? Gava ku em lê dinêrin, pênaseya jin û mêran her gav ji hêla bîrdoziya zayendperest ve hatiye kirin. Jin bi peyvên koletiyê pênase dibin, mêr jî bi yên serdestiyê. Jineolojî jî ji bo ku vê şaşîtiyê sererast bike, rastiya jiyanê û hevsengiya zayendan nişan bide, xebatên xwe dike.
Li ser vî esasî, pêdivî pê heye ku zanista civaknasiyê û yên din, her çend bi kurtasî be jî, di vê nivîsê de were şîrovekirin.
Zanista civaknasiyê wekî dara malbatê ya zanistan tê hesibandin; ji ber vê yekê, divê têkîliya zanista civaknasiyê û zanistên wek fizîk, kîmya, biyolojî û matematîkê jî bên nirxandin.
Em dizanin ku gelek şaxên zanista civaknasiyê yên wek perwerdehî, hiqûq, siyaset, aborî, ol, malbat, gund, bajar, pîşesazî û gelekên din hene. Gava ku em bala xwe bidin beşa hiqûqê, edalet, hevsengî, maf û azadî ji mêran zêdetir di xwezaya jinan de heye. Ji xwedîkirina zarokan bigire heta edaleta nav mal û civakê, mirov dikare di her warî de hebûna jinan bibîne. Lêbelê, di zanistê de nîn in.
Di zanista xwezayî de, zayîn û nûjenkirina xwezayê wek raz û pîroz tê dîtin. Di berhem û nivîsarên pîroz de her tiştê ku bi bereket û berhemdariyê (zayîn) ve girêdayî ye, rasterast an nerasterast bi ax, av, heyv û jinan ve tê pênasekirin. Erd (ax), hema bêje di hemû zimanên qedîm de wekî dayik û mê tê nasîn û xwedawendek e. Çawa ku xweza bi ax û avê, di demsalan de xwe diguherîne û nûjen dike, laşê jinan jî her meh xwe nû dike. Ger ev nûjenkirin û vejîn saxlem be, dê bibe sedema jiyaneke nû. Jin di dema ducaniyê de, neh mehan di laşê xwe de jiyaneke din diafirîne. Piştî vê demê pitika xwe tîne dinyayê, şîr didê û bi zehmetiyê wê xwedî dike. Berhemdarî û şîrdana pitikê jî tiştên pîroz bûn ku jinan ji mêran cuda dikin. Ji bo wê jî di demên kevnar de ew wekî Xwedawend hatine dîtin. Çawa ax pîroz û afirîner bû, pêwîst bû ku ji ber afirîneriya jinan navê Xwedawendiyê li wan bihata kirin.
Di tevahiya pêvajoya lênêrînê de, zarokek têkiliya yekem a bi dayika xwe re bi şîrdan û germahiya hezkirinê datîne û heta şeş heft saliya xwe di bin çavdêriya dayikê de dijî. Di xwezayê de mexlûqa ku herî zêde û demeke dirêj bi diya xwe ve girêdayî ye, pitik e. Di vê pêvajoyê de jî her tişta ku fêr dibe, ji diya xwe fêr dibe. Di destpêkê de jî ziman. Zimanekî ku di hêmû zimanan de jê re dibêjin ‘zimanê dayikê’, çêkirin û sazkirina wî ya ji aliyê mirovên pêşîn jî li dora jinan hatiye honandin. Ji bo wê jî em dikarin bêjin, jin afirînerên ziman in jî. Her wiha dayik şêwazên reftariyê yên rast û xelet, ên civakî jî nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin. Ji ber vê yekê jî, em wan wekî mamosteyên xwe yên ewil pênase dikin. Gava ku ev têkiliya dê û zarokan pêk tê, êdî li dora jinan civak ava dibe. Lê heta roja îroyîn jin û ev aliyê herî girîng ê civakê li ber çavan nehatine girtin.
Jineolojiyê rastiya zanistê jî derdixe holê…
Zanista biyolojiyê çi dibêje?
Rast e, jin jiyaneke nû di bedena xwe de diafirîne û jiyanê dide. Zanista biyolojiyê jî li ser vê dibêje ‘ji bo berdewamiya mirovahiyê hewcedarî bi her du zayendan heye’. Ev jî tê wateya qebûlkirina hebûna jinan. Lê, balkêş e ku tenê behsa rola wê ya zarokanînê û berdewamiya nifşa mirovahiyê dike.
Kolandin û lêkolînên arkeolojîk nîşan dane ku aborî û matematîk jî ji hêla jinan ve ketine jiyana mirovahiyê. Di dîrokê de cara ewil aborî bi destê jinan pêk hatiye. Wateya wê bi zimanê yewnanî ‘birêvebirina malê’ ye. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku pergala aboriyê ya yekemîn jî jinan afirandiye. Pergala zayendperest ev qad jî ji destê wan girtiye û ew li derveyê qada aboriyê hiştiye.
Di civakên serdema kevin de, jin bi her awayî berpirsyarên rêvebirina civakê bûn. Ji avakirina gundan û her tiştên ku bi jiyana aram û bicihbûyî ve girêdayî ye bigirin, heta çand, huner û rêveberiya civakê de jî rol û rista jinan derdikeve pêş.
Pêkhateya civakî ya ku li dora jinan ava bû, jiyana komunal a yekemîn jî birêxistin kir. Komikên dayik-navendî yên ku ji dayik, zarok, xwişk û bira, xaltî, xal û dapîrê pêk dihatin jî, li dora jinan hatibûn avakirin. Hemû pêdiviyên van koman ji aliyê hemû endamên komê ve dihatin bicihanîn. Lê rola sereke û pêşengiya civakê di destê jinan de bû. Îro jî her çend malbat û civak berfireh bûbin jî ev yek hîn jî neguheriye. Malbat û civakeke bê hebûn û piştgiriya jinan nikare bijî. Birêvebirina wan jî bi hunera siyaseteke exlaqî ve pêk tê.
Di roja me ya îroyîn de, heta ku hebûna jinan bi awayekî zanistî, di hemû beşên zanist û jiyanê de neyê dîtin, zanista civaknasiyê jî dê nebe zanista rastîn û pirsgirêkên civakî jî dê çareser nebin.
Ji bo wê, jineolojî li ser têgihîştina jiyanê bixwe wekî çavkaniyek zanînê disekine. Ew ne tenê teoriyek an tiştek e ku di qada akademîk de heye û li wir dimîne; ew bi hemû aliyên xwe yên ku sûdê bidin civakê, careke din vedigerin nav wê. Gava ku civak zanînê werdigire, ev yek mîna heyvê di şeva tarî de ronahiyê, mîna rojê di hewaya sar de germahiyê dide û rê li ber ronakbîriya xwezayî ya civakê vedike û pirsgirêkan jî çareser dike. Ger jin di zanistê de wekî tişt na, lê şûna wê, wekî stûneke bingehîn a xweza û jiyanê werin naskirin, wê demê ronakbîriya xwezaya jinan, dê bibe ronakbîriya xwezaya civakî jî.


