JINNEWS: Di çile de 15 jin hatin kuştin

JINNEWSê deniyên kuştina jinan a meha çile parve kir. Li gorî daneyên JINNEWSê di çile de herî kêm 15 jin û 3 zarok hatin kuştin, 9 jin û 3 zarok jî bi gumanbarî mirin.

1 deqe xwendin
JINNEWS: Di çile de 15 jin hatin kuştin

JINNEWSê bîlançoya tundî û kuştina li dijî jinan a Çileyê aşkere kir. Li gorî vê yekê, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê herî kêm 15 jin û 3 zarok hatin kuştin, 9 jin û 3 zarok jî bi gumanbarî mirin.

2 jin ji aliyê nasên xwe ve, 3 jin ji aliyê mêr ên pê re zewicî, jinek li ber cihêbûnê, jinek ji aliyê mêrê ku bi olî ve pê zewicî bû, jinek ji aliyê mêrekî bi hev re bû, jinek ji aliyê biraziyê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê jê cihê bûbû, jinek ji aliyê zavayê xwe yê berê, jinek ji aliyê neviyê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve û jinek ji aliyê mêrekî ve hate kuştin.

 

Li gorî bîlançoya meha Çileyê li Antalyayê 2, li Mêrdînê 2, li Ankarayê yek, li Tekîrdagê 1, li Konyayê 2, li Îzmîrê 1, li Stenbolê 2, li Manîsayê 1, li Bartinê 1, li Enqereyê 1 û li Çorûmê jî jinek hatin kuştin.