Jiyana rast jiyana azad e!
Gelo hemû kes weke ku tê xwestin, ango dixwaze dikare bijî? Li gorî nêrîna min divê her kes pirseke wisa ji xwe bike, yanî “ez ê çawa bijîm? “Ji ber her kes ne xwediyê hunereke wisa ye ku bizanibe...

Gelo hemû kes weke ku tê xwestin, ango dixwaze dikare bijî? Li gorî nêrîna min divê her kes pirseke wisa ji xwe bike, yanî “ez ê çawa bijîm? “Ji ber her kes ne xwediyê hunereke wisa ye ku bizanibe bijî. Gelek mirov jiyana erzan ji bo xwe esas digirin. Ji ber ku nizanin jiyaneke bi çi rengî ji bo xwe esas bigirin, loma di demek kurt de dikevin nava rewşên nebaş û dawî li jiyana xwe tînin. Hinek ji wan jî rojane dijîn, qet ne di xema dinyayê de ne. Gelo ma mirov ne bi fikrê xwe mirov e. Heger ez ne xwedî fikir û raman bim, lewra heger pîvanên min ên jiyanê nebin, gelo çi wateya jiyana min heye? Hemû mirov dibêjin “em dijîn,” lê ev jiyaneke çawa ye?
Gelê kurd dema pirsên wekî ‘Em duh çawa jiyan, Îro çawa dijîn, divê çawa bijîn? Ji xwe dipirse, bi qasî li hemberî paşverûtî û kêmaniyên xwe têkoşînê dide meşandin, li hemberî pergala desthilatdar a dewletparêz jî îro di nava têkoşîneke bêeman de ye. Bêguman vê yeke jî, ji ruhê lêpirsînê ya ku ji rastiya Rêber APO û tevgera azadiyê fêrbûye,di ruhê xwe de hêşîn dike. Asta ku gelê kurd îro di warê şoreşa civakî û kesayetî de dijî û vê astê bi hawîrdora xwe re jî parve dike, encamgirtina têkoşîna PKK’ê ku dikeve sala xwe ya 43’yan, dide nîşandan.Tu tişt bi qasî guhertina elimandinan bizehmetir nîne. Elimîna ku di jiyana mirovan de serwer dibe, di encama feraseta desthilatdaran xwe dide rûnişkandin û xwe wekî kevneşopiyên civakî dide qebûlkirin. Ya rastî ev ne kevneşopya civakê ye, maskeyeke desthilatdaran ji bo xwe ji lêpirsînê xilas bikine. Ji ber piraniya kevneşopiyên ayîdê civakê, hema bêje di rastiya pergalên desthilatdar bi giştî û di ya serdema kapîtalîzmê de bi taybetî, pir zêde pê hatine leyîstin û naveroka xwe wenda kirine. Lê Rêber APO, bi tevgera azadiyê re teqandineke mezin di warê zihniyeta civakî di rastiya gelê kurd de derxiste pêş. Ew civaka ku hatibû parçekirin û ber bi tunebûnê ve diçû, careke din komî ser hev kir û kiriye xwedî hizra civakî. Hêza civakbûyîna gelê kurd di sekna neteweyî de, îro xwe dide n


