Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin

Yek ji damezrînerê PKK’ê Dûran Kalkan 12’emîn Kongreya Awarte ya PKK’ê ya dîrokî ku wekî bersivek ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo, di navbera 5-7’ê Gulanê de li du herêmên cuda yên...

1 deqe xwendin
Kalkan: Em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixînin

Yek ji damezrînerê PKK’ê Dûran Kalkan 12’emîn Kongreya Awarte ya PKK’ê ya dîrokî ku wekî bersivek ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo, di navbera 5-7’ê Gulanê de li du herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat, ji Medya Haber TV’ê re nirxand. Kalkan diyar kir ku divê encamên Kongreya 12’emîn ji hêla gel û bi taybetî ji hêla pêşengên serdema nû, jin û ciwanan ve rast werin fêmkirin û got: "Divê em ji paşerojê dersan derxin, wan fêm bikin, li ser wan hûr bibin û li ser vê bingehê rexne û rexnedayîna xwe bidin. Pêvajo, pêvajoya rexne û rexnedayînê ye; pêvajoya dersê ji paşerojê derxînin e. Lê bêyî ku di paşerojê de bimînin, ya nû bibînin û bi wêrekî û fedakariyeke mezin di xeta fedaî ya Apogerî de bi hêztir tevlî pêvajoyê bibin.”

Kalkan bi bîr xist ku bindest, derdorên sosyalîst, sosyalîst, şoreşger, demokratên dost bi hev re dimeşin û ev meş wê pêşketinên girîng jî bi xwe re bîne û wiha domand: "Banga min ji her kesî re li ser vê bingehê ye: Werin em rast fêm bikin, bi awayekî giştî binirxînin, dersê ji paşerojê derxînin û bi bawerî û wêrekî li pêşerojê binêrin û gavên bi biryar bavêjin. Em teqez serketina vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk biafirînin."

Nirxandinên Dûran Kalkan wiha ne:

Pêşî ez dixwazim bibêjim ku Rêber Apo yê ku ev kongre amade kir, bûye vîna kongreyê û herî zêde keda wî çêbûye bi hesret û rêzdarî silav dikim. Wekî ku dîsa hat gotin, tevî Sirri Sureyya Onder, em bi hêz û vîna şehîdên xwe yên qehreman ên ku hejmara wan digihîje deh hezaran hatine vê rojê. Di şexsê hevalên me Fûat û Riza de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim… Bi rastî jî Sirri Sureyya Onder ew kes bû ku herî zêde beşdarî vê pêvajoyê û pêşketina nîqaşên vê pêvajoyê bû. Rêber Apo got, “Ev 12 sal in em bi hev re dixebitin." Wî 12 salan de herî zêde alîkariya Rêber Apo kir. Wî herî zêde hewl da. Wî di amadekirin û pêkanîna bangewaziya 27’ê Sibatê de û piştre xwedî keda herî mezin a seketina wêbû. Ew bi rastî jî kesekî pir hêja, kedkar, avaker, analîtîk û emcamgir bû. Kongreya me ya 12’an van hemûyan pênase kir. Kesayetiya Sirri Sureyya Onder, tevkariya wî ya kongreyê, hewl û keda wî bi rêzdarî û spasdarî bi bîr anî. Ji xwe neferekî têkoşîna azadî û demokrasiyê bû. Wî ew wek şehîd jî îlan kir. Dema ku li ser erka xwe bû, ked û têkoşîneke mezin dimeşand şehîd bû. Heta çawa şehîd bûye jî hîn jî tê nîqaşkirin. Îhtîmala êrîşê jî ne kêm e.Ez dikarim vê bibêjim: Dema min cara yekem nexweşiya wî bihîst min got, gelo em bi bûyera duyemîn a Ozal re rû bi rû ne? Rewşa rastîn ne diyar e, lê tê nîqaşkirin. Raya giştî wî wekî şehîdê aştî û demokrasiyê îlan kir. Em jî wekî Kongreya 12’emîn a PKK’ê tevlî vê pênaseyê bûn. Me dixwest ku Sirri Sureyya Onder ê ku gelek hewl da, keda wî di serketinê kongerya me de hebe û ev bibe wesîleyek. Em ji vê jî bawer dikin… Ew armanc wê teqez tevkariya serketina kongreya bike. Li ser vê bingehê, ez heval û hevrêyê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder bi hesret, rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim û dibêjim ku em ê bîranîna wî her tim zindî bihêlin û em ê teqez armancên wî bi ser bixin.

Pêvajo wê rêya gavên azdîxwazî, demokratîk û sosyalîst veke

Ev kongre bû kongreyeke dîrokî, encamgir û girtina biryaran. Bi rastî, gelek kongreyên PKK’ê, her çiqasî ji bo hemûyan heman tiştî nabêjin jî di demên pir krîtîk û xalên werçerxê de derbas bûn û nûbûn derketin holê û bi biryarên hatin girtin re di têkoşîna azadiyê de rê li ber avêtina gavên nû vekir. Heta niha li ser vê bingehên hatin vir. Kongreya me ya 12’an ev kevneşopiya xiranekir. Heta biryardariyeke kûrtir derxist holê. Dawî li fetloneke dîrokî anî. Ji vekirina serdemeke nû re bû bingehek û da destpêkirin. Niha em dikarin bi hêsanî bibêjin. Di meşa azadiyê ya Apoyî de serdema PKK'ê bi dawî bûye û serdemeke nû dest pê kiriye. Rêber Apo navê vê serdema nû wekî "Serdema Aştî û Civaka Demokratîk" danî holê. Anî ziman ku wê têkoşîna civaka demokratîk vê serdema nû pêkbîne. Em bawer dikin, li ser vê bingehê wê pêvajoya li pêşiya me bibe wesîleya pêşketinên nû û rê li ber gavên bi hêz, azadîxwazî, demokratîk û sosyalîst veke. Helbet ev yek bi têkoşîn û hewldanê pêk tê. Ji ber vê yekê, em ketine serdemeke nû ya têkoşînê. Em çawa hatin vê noqteyê? Yanî ev mijareke tê nîqaşkirin. Demek dirêje tê zanîn. Ger em bi gelemperî bibêjin, ev encamên têkoşîna 10 salên dawî ne. Ev pêvajo piştî ku êrîşa şerê taybet a topyekûn a ku li ser bingeha "Plana Çalakiyê ya Hilweşandinê" ya ji bo tinekirin û tasfiyekirina PKKê hate kirin, vala hat derxistin, hat têkbirin û bi ser neket, destpê kir. Dîsa, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a li herêmê pêvajoyek wisa pêwîst dikir.

Ev hemû ji bo hikûmeta AKP’ê û Komara Tirkiyeyê bûne pêwîstiyek. Komarê, bi paradîgmaya xwe ya 100 salî, dît û fêm kir ku ew êdî nikare li hember berxwedana gelê Kurd a azadiyê û encamên şerê ku pergala gerdûnî zêdetirî 30 salan e li çaraliyê cîhanê dimeşîne, bidomîne û ew êdî nikare zîhniyet û siyaseta liser înkara Kurdan ava kiriye bidomîne. Dît ku di rewşek wiha de mayîn ji bo wan xetereyên mezin diafirîne. Hin rêveberan gotin "pirsgirêka ewlehiyê”. Wan dît ku dewlet û komar bi pirsgirêka ewlehiyê re rû bi rû ne û li vir bang kirin. Em dizanin ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ji destpêka Cotmehê ve bangewaziyek wiha pêş xist. Rêber Apo piştî 4 salana cara yekem bi biraziyê xwe Omer Ocalan re di 23’yê Cotmehê de hevdîtin kir û bersiv da vê yekê. Rêber Apo got, "Ger wisa difikirin û ev bang tê kirin, ez vê yekê fêm dikim û ez ê vê bê bersiv û bê bedel nehêlim. Ger şert û mercên guncaw werin afirandin, ez xwedî hêz im ku pirsgirêka Kurd ji qada pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim qada siyaset û hiqûqa demokratîk.” Bi gotina, "Eger derfet bê dayîn û bingeh bê afirandin, ez ê di vê mijarê de rolek bilîzim" pêvajoyeke nû ragihand û pênase kir. Piştî vê yekê, aliyan li ser bang û daxuyaniyên xwe yên destpêkê man. Şandeya DEM Partiyê dîsa kete dewrê. Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ên ku di navbera salên 2013-2015’an de wek şande di navbera Îmraliyê, raya giştî û PKK’ê de xebitîn, dîsa ji hêla hikûmetê ve derfeta ketiona dewrê hat dayîn. Derfeta hevdîtina Rêbertiyê re hat afirandin. Piştre DEM Partiyê wekî hêzek çalak di vê pêvajoyê de kete dewrê.

Di dawiyê de bêyî ku pir dereng bimîne, bi daxuyaniyên aliyan re Rêber Apo banga xwe ya dîrokî ya di 27’ê Sibata 2025’an de bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Her kesî vê wekî "Manîfestoya Sedsalê", "Manîfestoya Demokrasiyê", "Manîfestoya Serdemê" bi nav kir û gelek rewşenbîran diyar kirin ku "ji bilî Rêber Apo kesek din nikaribû nivîsek wisa amade bike û îradeyek wisa deyne holê” û bangewazî kirin. Beriya wê, Rêber Apo tevî me ji gelek partiyan re name şand û armanca xwe diyar kir. Me bersiv da. Dixwest ku ev bang pêk were. Ne hewce ye ku em van dubare bikin me bi daxuyaniya xwe bersiv da. Ji bo rê li ber vê pêvajoyê, pêkanîna armanc û hedefên bangewaziyê vekin û zemînek baş biafirînin, me di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir. Bi awayekî yekalî... Ji bo ku nîqaş bi hêsantir pêşve biçin. Hin derdor li dijî vê derketin. Yên ku ev yek nas nedikirin hebûn. Gelek kes hebûn ku hewl didan hem ji hundir û hem jî ji derve wê sabote bikin. Lê ev xebat bi sebir hat kirin. Ew kesê ku herî zêde sebir kir, herî zêde hewl da û canê xwe da ber xetereyê em dîsa bi bîr bînin bi rastî jî şehîdê me yê dawî Sirri Sureyya Onder bû. Em ê her tim hewlên wî û keda wî bi minetdarî bi bîr bînin, binirxînin û bînin ziman.

Di encamê de nêzîkatiya me ev bû: Em amade ne ku her tiştê ku ji me tê xwestin bikin. Digotin, "Divê kongre bicive." Lê me got, hêz û îradeya me tine ku em wan pêk bînin. Me ev yek di nameyê de ji Rêber Apo re jî ragihand. Piştî bangewaziyê, me di daxuyaniya xwe ya 1ê Adarê de ev yek ji raya giştî re ragihand. Bi gotineke din, ev ne şertek bû, lê îfadeya rewşeke şênber bû. Yanî, tenê Rêber Apo dikaribû tiştê ku dihat xwestin bikira, ti îradeyek an hêzek din nikaribû bikira. Ji me dixwestin ku "dev ji têkoşîna çekdarî berdin", "biryarek ji bo guhertina stratejiyê bidin", "biryara fesihkirina PKK’ê bidin.” PKK’ê di serî de wekî ku gotina Devlet Bahçeli - tenê rêberê damezrîner ê PKK’ê dikaribû bikira. Xwestekek ji bo danîna çekan hebû, tê nîqaşkirin. Yanî, her kesî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin çek hilgirtibûn. Ew tevlî Rêber Apo bûbûn. Em çawa dikarin wî şerî rawestînin û wê çekê deynin? Di wê hawirdorê de heta ku ji destê me hat me hewl da ku çekê di rêya aramncê de bi kar bînin, hêz bidin û piştgiriyê bidin. Fonksiyona rêveberiya me ev bû. Wekî din nedibû. Me ev yek berê, di pêvajoya 2013’an de, di nameyên xwe yên wê demê de ji Rêber Apo re gotibû: Em rast an xelet, serketî an neserketî şer dimeşînin. Rêveberiya şer heye. Lê eger ew pêvajoyeke aştiyê be, em nikarin bibin yên ku wê birêve dibin. Em nikarin karê dayîna van biryaran, razîkirina tevger û gel û beralîkirina wan bikin. Me got, tenê Rêber Apo dikare bike. Ev rewşa şênber bû, ne şertek bû, lê îfadeya tiştên kubiqewime bû. Wê demê Rêber Apo ji me re got: "Ez vê biryara we wekî hevrêyekî pêşwazî dikim, rêzdarî dibînim. Li ser vê bingehê, ez ê hewl bidim ku her tiştê ku dikeve ser milê min bi serketî pêk bînin.” Ev rewş ji wê demê ve wisa ye; ev ne rewşeke ku nû derketiye holê.

Kongreya me biryarên dîrokî girt

Bi rastî ev hemû ji aliyê derdorên desthilatdar û dewletê yên ku vê pêvajoyê rêve dibin ve têne zanîn. Em dixwazin raya giştî jî bizanibe, ji ber ku gelek nîqaş hene. Di dawiyê de, her çiqasî tam wekî ku me dixwest nebû jî, beşdariya Rêber Apo wekî îradî razîkirina kongreyê û gihandina biryarê de pêk hat. Dema ku beşdarbûnek wisa çêbû, me karî tavilê kongreyê li dar bixin. Me ev bi îradeya xwe, li qadên xwe, bi hêza xwe kir. Bi vî awayî dihat nîqaşkirin: “Wê ev ê bibe, wê ew ê bibe…” Em hêzek in ku şer dikin. Belê, pêvçûn hene û em şehîdan didin, lê em şer jî dikin. Me potansiyela xwe ya şer hîn bi temamî xilas nekiribû. Di vê mijarê de, me bi îradeya xwe ya azadev kongre li dar xist. Kongreya me biryarên dîrokî girt. Di daxuyaniyan de hate gotin ku ev biryarên îro dîrokî ne. Hemû biryar wê di demek nêzîk de werin ragihandin. Me di hin beşan de biryar da. Biryarên me bi raya giştî re bên parvekirin. Kongreya me ji bo raya giştî vekirî bû û encamên wê jî wê vekirîbin.

Pratîkirina îradeyê tenê aîdî Rêber Apo ye

Biryarên ku di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de hatine diyarkirin û ji bo lidarxistina kongreyê hatine xwestin; biryarên hewldanên fesihkirina PKKê werin rawestandin, avahiya rêxistinî were fesihkirin û rêbaza têkoşîna çekdarî were rawestandin, hatin girtin. Lê belê divê Rêber Apo pêşengî û rêvebirina vana bike. Tenê Rêber Apo dikare pêk bîne. Yanî çawa ku îradeya girtina van biryaran bi tenê aîdî Rêber Apo ye, îradeya pêkanîna wan hîn bêtir aîdî Rêber Apo ye. Pêwîst e her kes vê yekê bizanibe. Yanî hinek ji bo xapandinê vê yekê nake. Ew dikare bike jî, lê ne ku ew naxwaze bike. Lê ev mesele tenê bi rêbaz û rêvebirina Rêber Apo û bi bidestxistina şert û mercên jiyana azad ên xebat û jiyanê dikarin pêk werin. Bi zelalî tê fêmkirin. Bi van re me derbarê şehîdan de jî biryar girtin. Me derbarê gaziyan de jî biryar girtin. Me derbarê çarçoveya bingehîn a têkoşîna civaka demokratîk de jî biryar girtine. Me derbarê pêşxistina çarçoveyên siyasî û yasayî yên demokratîk de jî biryar girtin. Em ê van pêşkêşî raya giştî bikin.

Yên ku kesan di qirkirinê de derbas dikin, azad nabin

Gelek derdoran her tim PKK û Rêber Apo wekî berpirsiyar didîtin. Tew hewl dan ku tiştên wekî "ew berpirsiyar in", "em sûcdar dikin", "em didarizînin” û hwd. Lê ev ne rast bû. Kesên ku aqilê wan li serê wan e, bi rastî kêm be jî dadwer û demokrat in, her tim ev gotine: PKK ne sedemek e, encamek e. Ji bilî vê, hin sedemên çêbûna PKK’ê hene. Divê ev sedem baş bên fêmkirin. Ev sedem çi bûn û xwediyên wan kî bûn? Sedem ev bû: Civakek ku hewl dihat înkarkirin û hewl didn tine bikin hebû. Yanî civaka Kurd. Zîhniyet û siyasetek wisa li ser bingeha Peymana Lozanê biryar dan; di navbera hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên gerdûnî yên wê serdemê û tevgera Kemalîst a ku li Tirkiyeyê xwedî hêza dewletek nû ava bike. Komara Kemalîst bi Destûra Bingehîn a 1924’an pêvajoyek wisa da destpêkirin. Sed sal in bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê li ser vê bingehê tevgeriyan. Bi awayekî vekirî û bi dijwarî vê paradîgmayê; - paradîgmaya dijberiya Kurd ku Kurdan tine dihesibîne û armanc dike ku wan tine bike - herî zêde ji hêla Komara Tirkiyeyê ve hatiye bicîhanîn. Lê tenê ne ew; di destpêkê de ji aliyê Brîtanyayê ve hat bicîhanîn, paşê dewrî rêveberiya Bexdayê ya Iraqê kirin; rêveberiya Seddam Huseyîn bi cîh anî. Li Îranê desthilatdariya Şah bi cîh anî. Heta roja îro jî bi şêweyên cûda hebûna xwe didome. Bi awayekî, jixwe hejmara Kurdan li Sûriyeyê kêm bû û ew her tim dihatin dûrxistin. Û Kurd her 100 sal in li dijî vê yekê derketine. Bi rêbazên cûda li ber xwe dan. Ji wan re gotin serhildan; serdema serhildanan... Bertek nîşan dan û serhildan kirin. Li ber xwe dan. Wan her tişt wekî heyî qebûl nekir. Lê belê em li tevahiya cîhanê binêrin; Cîhanê piştgiriya kê kir? Piştgirî dan kesên ku êrîşî Kurdan kirin da ku qirkirinê bikin. Piştgirî dan kesên ku komkujiya Kurdan kirin. Piştgirî da van dewletan.

Li ti deverek cîhanê çi rastgir çi çepgir, bi kapîtalîzma rojavayî, sosyalîzma rastîn a Sovyetê re ne yek ji wan jî negotin "berxwedana Kurdan mafdar e" û piştgriî nedan. Ev tê vê wateyê ku van dewletan bi tena serê xwe nemeşandin. Ev sîstema modernîteya kapîtalîst a hegemonîk a gerdûnî di rastiyê de sîstemek e ku bi şêweyê xwe yê niha li ser bingeha nebûn û tinekirina Kurdan hatiye afirandin. Ev paradîgma ne tenê ya Tirkiyeyê ye, ne tenê ya Komara Tirkiyeyê ye. Bi rastî, ev di asta cîhanî de wisa ye. Pêşketina berxwedana PKK’ê piştî sala 1990’î, serhildanên li Bakur - serkeftina Şoreşa Vejîna Neteweyî - bandorên wê yên neserkeftî, yekbûna pêşketinên li her du beşan hinekîrewş guherand. Her çendî hin dewlet mafên wan nas nekin jî, mafên neteweyî yên demokratîk ên gelê Kurd; Wan polîtîkayên ku ji înkara Kurdan dûr ketin û ber bi qebûlkirina hebûna Kurdan ve çûn afirandin. Ev heta roja îro jî berdewam dike. Ji ber vê yekê rewş niha ev e. Paradîgma bi rastî ev e. Paradîgmaya ku wê biguhere çi ye? Civak û nasnameyeke neteweyî ya Kurd heye ku nifûsa wê ji 40 milyonî derbas bûye, gihîştiye 50 milyonî, li erd û erdnîgariyeke diyarkirî dijîn lê li çar aliyê cîhanê belav bûne. Ev 100 sal bi asîmîlasyon, koçberî û komkujiyan nehat tinekirin. Ew ne mumkin e. Bi dijminatiya xwe li hember vê yekê, hûn nekarin li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, an jî li cîhanê bibin demokrat an azadîxwaz. Ji bo kesekî ku qirkirinê dike ne mimkûn e ku bi awayekî azad û demokratîk bijî. Ev paradîgma di rastiyê de berpirsiyarê vê rewşa cîhanê ye, ji ber hilberîna ewqas faşîzmê û ji bo pêşketina tevgerên nijadperest û neofaşîst e. Ew Kurdistanê xwe xwedî dike. Rewşek heye ku ew bi înkar ûîmhakirina Kurdan, dij-Kurdbûn û dijminatiya li hember Kurdan xwedî dibe. Belê li gelek qadan heman tişt tên jiyîn. Ma ev ê niha biguhere? Hin hêzên di sîstema cîhanî de ji sala 1990’an vir ve nêzkatiyeke wiha nîşan didin. Me ev yek di nêzîkatiya wan a li hember Başûrê Kurdistanê de dît.

Gelo dewleta Tirk wê guherîna paradîgmayê pêk bîne?

Niha em dikarin vê yekê di nêzîkatiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê de bibînin. Guhertineke diyarkirî ya polîtîkayan dikare were dîtin. Lê me bi rastî ev fêm kir: Ger li Tirkiyeyê çareserî tune be, li deverek din çareserî nayê dîtin. Ger ev an ew dewleta cîhanê paradîgmaya xwe bi tevahî biguherîne û polîtîkayên xwe biguherîne jî; dewletek din li Rojhilata Navîn, dewletek ku li ser beşek din a Kurdistanê serdest be, biryarên cûda bide jî, li wir çareseriyek mayînde tine ye. Ji ber ku pergal vê yekê bi rêya Komara Tirkiyeyê pêk tîne. Xuyaye wê li Tirkiyeyê guhertin çêbibin. Ev yek wê bi guhertina paradîgmaya Komara Tirkiyeyê re çêbibe. Ew zîhniyet û siyaseta dijberiya Kurd, dijminatiya Kurd û înkarkirina Kurd wê were terikandin. Li şûna wê, hebûna Kurdan wê were qebûlkirin. Mafên neteweyî yên demokratîk û jiyana azad wê bên qebûlkirin. Wê were qebûlkirin ku ew ê bi gelên din re di yekîtiya xwişk û biratî û yekîtiya demokratîk de bijîn.

Jixwe ya ku Kurd dixwazin jî ev e. Hewldanek tune ye ji bo veqetandin, dabeşkirin, parçekirin, an jî bibe dewletên cuda. Gelo Komara Tirkiyeyê wêguherîna paradîgmayê pêk bîne? Gelo siyaseta ku wê dimeşîne wê biguhere? Ger ev yek biqewime, wê bandorê li ser tevahiya herêmê û cîhanê bike. Em vê dibînin. Gelo di rewşa niha ya siyaseta Tirkiyeyê û Komara Tirkiyeyê de rewşek wisa heye? Ji ber ku em bi rastî nizanin, nikarin tiştekî zelal bibêjin. Hin tişt hene ku me çavdêrî kirine: Hin kes hene ku dibînin paradîgma, polîtîka û zîhniyeta heyî wan dixe rewşek pir dijwar. Hin kes hene ku bi Kurdan re dostaniyê dikin — wek mînak Sirri Sureyya Onder. Dostên Kurdan gelek bihêz in. Derdorên demokratîk, sosyalîst hene. Hin derdor hene ku nikarin paradîgmaya heyî pêk bînin û bi nakokî û pêşveçûnan zêde pêş de naçin û zehmetiyan dikişînin. Di hişê her kesî de pirs hene. Em li rojên dawî jî dinihêrin. Ew hevdîtin û civînan li dar dixin. Ew dibêjin, "Ev kar bi vî rengî naçe. Em dikevin serdemeke nû." Ew vê dibêjin, lê ew bi rastî navê xebatê nabêjin. Mînak, serdema nû serdema çi ye? Dibêjin pirsgirêka ewlehiyê heye. Ev pirsgirêk ji ku derê derket? Şer ji deverek din belav bûye. Em dibêjin şer, ew dibêjin teror. Atmosfereke şer û pevçûnê heye. Ew ji ku derê tê? Ew bi rastî bersiva wê yekê nadin. Belê, ev hene, PKK van dike, lê ev ji zîhniyet û siyasetek tê ku Kurdan înkar dike û armanc dike ku wan tune bike, diqewime. Pirsgirêka ewlehiyê ji ber pozîsyona ku ewqas parçe bûye û pevçûnên navxweyî dijî derdikeve holê.

Tirkiyeya heyî nikare yekîtî, yekparçeyî û hêza xwe ava bike. Ji ber vê yekê ew nikarin vê yekê bi eşkereyî bibêjin. Hin derdor, bê guman derdorên çepgir-demokratîk, derdorên azadîxwaziya jinan, wisa dibêjin. Dost û mutefîkên me hene, ew vê dikin. Lê di nav avahiya siyasî ya serdest de kesên ku dibêjin "divê bi awayekî were çareserkirin" hene. Herwiha kesên ku dibêjin "Divê Kurd bên naskirin" jî hene. Ew digihîje wê astê. Dema ku Demîrel di sala 1992’yan de got, "Em rastiya Kurd nas dikin." Heta Dogan Gureş bi Kurdî axivî. Niha jî wisa ye, daxuyaniyên wiha ji partiyên muxalefetê - bi taybetî CHP’ê - hene. Helwesta AKP’ê di demên berê de jî gelek cûda bû. Yanî, piştî ku hat ser desthilatdariyê, ber bi paradîgmaya dewletê ve çû. Beriya were desthilatdariyê tiştek bû, piştî hat desthilatdariyê bû tiştekî din. Rêber Apo derbarê nêzîkatiya MHP û Devlet Bahçelî de got: "Ez guhertinek paradîgmayê dibînim." Ew bi qismî tê dîtin, lê bêyî zelaliyeke wisa, em nikarin tiştekî teqez bibêjin. Bila ew vê meselê zelal bikin. Hêza ku jê re dewleta kûr tê gotin heye. Ew tê îfadekirin, tê pênasekirin, li ser tê axaftin. Em jî dibêjin, lê em