Karavana gelan diçe Rojava

Ji bo piştgiriya bi şoreşa Rojava re Karavana Gelan (People’s Caravan) RiseUp4Rojava wê biçe Rojava

1 deqe xwendin
Karavana gelan diçe Rojava

Êrişên çeteyên dewleta tirk, DAIŞ û HTŞê yên li ser Rojava dewam dikin. Tora kolektîfên şoreşger a ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava hatiye avakirin RiseUp4Rojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan) di çarçoveya seferberiyê de bi kampanya People's Caravan (Karavana Gelan) bang li derdorên cuda yên li cîhanê kir ku biçin Rojava.

Li gorî agahiyên ku di hesabê Instagramê hatin parvekirin, ji îro û pê ve wê ji bo çûyîna Rojava li 4 deveran kombûn destpê bike. Kombûn wê li Bakurrojhilatê Elmanyayê, Başûrrojavayê Elmanyayê, Fransa, Îtalya, Yewnanistan, Polonya û Slovakyayê pêk were û piştre jî rêwîtiya ber bi Rojava destpê bike.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo tevlîbûnê agahiyên têkildanînê bi vî rengî ne:

"Ji Signal'ê @caravankoban.15 yan jî +491521 782023 û li ser navnîşana KobanCaravan@proton.me email dikare bê şandin."