Karekterê pêvajoya aştî û civaka demokratîk

Di ser banga aştî û civaka demokratik re 13 meh derbas bûn. Herkes û her alî li gor nêrîn û daxwazên xwe an jî li gor ên dilê xwe li ser vê pêvajoyê diaxive. Pênaseya herkes û her alî jî li gor nêrîna wan diguhere. Ji ber ku pênaseya wê de yekbûn tine li gor cidiyeta pêvajoyê jî helwesteke yekgirtî jî dernakeve holê.

1 deqe xwendin
Karekterê pêvajoya aştî û civaka demokratîk

Tevgera azadiyê ev 50 salin têkoşîna rast pênaseya pirsgirêka kurd dike. Û esasê vê têkoşînê pênaseya kurdbûyînê bi dewletê bide qebûl kirin e. Di nav vê têkoşîna qebûlkirina pênaseyê de aliyek jî kurd din. Kurd bi xwe jî di pênaseya pirsgirêkê de îkna nebûn. Asta bişaftina li ser civaka kurd, kurd aniye halekî wisa hê jî her kurdek pênaseya wî/wê ya ji bo wî/wê cuda ye. Ji ber vê di aliyê yekgirtîbûnê de helwesteke hevpar tine.

Hêzên ku têşokîna civakî dimeşînin di serî de ji bo ku têkoşîna wan herdemî bibe divê paradîgma û bîrdoziya xwe jî li ser himê zanîstê ava bikin. Ew rêxistinên ku bîrdoziya xwe li ser hîmê zanistê dide avakirin bi demê re xwe nûjen dike ji bo çareseriya pirsgirêkan jî li gor pêdiviyên demê xwe diguherîne û vediguhere. 

Ev 13 meh in aliyekê ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe têkoşînê dike, tişta ku dikeve li ser milê wan dike. Aliyê din hê jî di cidiyeta meseleyê de nîne. Rojek dibêjin ma çi lezginiya wê heye, rojek din heman kes an jî alî dibêjin demildest divê gav werin avîtin. 

Gelê kurd di 8 adarê, Newroz û 4 nîsanê de bi coşeke mezin pir bi girseyî beşdarî pîrozbahiyan bûn û nêzîkatiya xwe ya li hember vê pêvajoyê zelal danîn holê.

Rêberê Gelê Kurd jî di destpêka têkoşîna xwe heya niha rêgeza xwe ya têkoşînê li ser çareseriyeke bi rûmet daye avakirin. Ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bibe her rê û rêbaz mubah nedîtiye. Rêbaza çareseriyê li ser nirxên civakbûyînê dide avakirin. Di gerdûn û xwezayê de wek civak li ser nirxên civakî jiyan pênase û rêgeza wê çiye, bi berfirehî aniye ziman. Ji bo vê yekê di banga aştî û civaka demokratîk de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbazek çawa were çareserkirin jî diyar dike. Rêberê gelê kurd diyar dike ku aliyekî vê meseleyê dewlete, aliyê din jî civak e. Bi dewletê re emê aştiyeke bi rûmet pêk bînin. Civak jî divê li ser pêvanên ehlaqî û polîtîk xwe bi rêxistin bike. 

Di destpêka pêvajoyê de diyar bû û Rêberê Gelê Kurd hertim aliyê rêxistin û saziyê civaka demokratîk şiyar dikir. Digot kesekî ku tiştekî amade wisa bide we tine. Rêxistinbûyîna we çiqas be hûn û mafê we ewqas in. Ji bo wê jî divê saziyê civaka demokratîk xwe bi rêxistin bikin. Karekterê ve demê, hebûna xwe ancax bi rêxistinbûyîna xwe misoger bikî. Karekterê rêxistinbûyînê karekterê çareseriyê jî diyar dike. 

Li ser pêvajoyê herkesî dest ji kar û berpirsyariyê xwe berdan e, tiştêk ku karê wan nîne pê diaxivin. Niha aliyê vê meseleyê hene. Aliyek ser muzakerevanê kurdan Rêberê Gelê Kurd e. Aliyê din dewleta tirk e. Meş û rebaza vê meseleyê ev herdu alî diyar dikin. Xitimandinek hebe anjî pirsgirêkek derkeve ev alî diaxivin çareseriyek jê re dibinin. 

Aliyê saziyên civaka demokratîk ev demeke dirêje heman bangan dike. Bang li dewletê dike ku gavan bavêje. Dide diyarkirinê ku dest karê xwe yê esasî berdaye banga aliyan dike. Ev jî dide diyarkirinê ku fem kirina pêvajoyê de pirsgirêk heye. Karê saziyên civaka demokratîk ên esasî xwe bi rêxistin kirine. Rêxistiniya te çiqas xurt be ewqas tu pêvajoyê misoger dikî û destkeftiyên xwe zêde dikî.   

Ji ber vê divê her sazî muhasebeya salekê bike û bejê ev saleke min çi xebat kiriye. Ez çiqas li gor pêvajoyê xwe amade dikim. Ez çiqas gehiştime hiş û feraseta karekterê pêvajoyê. Ez çiqas civakê li hember her cure nêzîkatiyan bi rêxistin dikim. Karê saziyên civaka demokratîk bangkirin nîne. Ji bo ku civak bigehîje pîvanê ehlaqî û polîtîk li gor wê rêxistiniya civakê xurt bike. Destê Rêberê Gelê Kurd bi bang kirinê xurt nabe. Bi rêxistinkirina civakê yê xurt bibe.