Dewleta norm û bênorm
Di bihara îsal de giyanê nû yê vejînê û helwesta serîrakirina xwezayî bi coş û hêza gelê Kurdistanê gihîşt asta herî bilind. Di 8ê Adarê de jinan bi vîneke têkoşer bihar pêşwazî kir. Ew serîrakirina jinan hêz da Newroza 21ê Adarê ku wekî cejna vejîna gelên bindest û gelê kurd tê pîrozkirin. Biryardarî, giyanê têkoşer û helwesta bi vîn ku ji 8ê Adarê û Newrozê hatibû wergirtin, di 4ê Nîsanê de gihîşt lûtkeya xwe.

Gelê kurd 4ê Nîsanê ne tenê wekî roja bûyîna Abdullah Ocalan dibîne. Di şexsê birêz Ocalan de ew vê rojê wekî vejîna gelê kurd jî bi wate dike. Ji ber vê yekê bi coşeke mezin, bi helwesteke têkoşer û bi giyanê nû vejîna 4ê Nîsanê pêşwazî dike û pîroz dike.
Lê di van pîrozbahiyên bicoş de du peyamên girîng derketin pêş. Peyama yekemîn, peyama gelê kurd û dostên wî bû ji bo avakirina civakeke demokratîk. Nêzî 18 mehan e li Tirkiyeyê geşedanên girîng diqewimin. Ev geşedan bi piştgiriya Bahçelî û bi înîsiyatîfa birêz Ocalan pêk tên û bi navê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” tên binavkirin. Di vê pêvajoyê de birêz Ocalan û rêxistina wî her tiştê pêwîst bi zêdehî bi cih anîn. Lê mixabin heman bersiv ji aliyê mixatabên wan ve nehatiye dayîn. Her çiqas dewletê hîn gavên pêwîst neavêtibin jî, gelê kurd hem bi baweriya bi Ocalan hem jî bi baweriya bi xwe bi biryardar û bi coşeke mezin xwedî li vê pêvajoyê derketiye.
Gelê kurd û dostên wî bi awayekî zelal nîşan daye ku ew xwedî li rê û rêbaza aştiyê derdikevin. Bi dengekî bilind û aşkere dibêjên ku birêz Ocalan nûner û rêberê gelê kurd e. Divê ev helwest baş were fêmkirin, statuya Ocalan bi lez bê diyarkirin, girtiyên nexweş û girtiyên siyasî demildest bên berdan, rê li ber beşdariya gerîla û nûnerên PKKê di siyaseta demokratîk de bê vekirin û ti cudahî di navbera wan de neyê kirin.
Di heman demê de gelê kurd bi van pîrozbahiyan dewlet û desthilatdariyê hişyar dike. Ev hişyarî ji şer û aloziyên Rojhilata Navîn tê. Ji bo ewlehiya rêyên bazirganiyê û statukoya Îsraîlê, hêzên herêmê Iraq, Sûriye, Libnan û Filistînê hatin hilweşandin û pelçiqandin. Niha şerê Îran û Îsraîl didome û li gorî pêşbîniyên birêz Ocalan û Bahçelî, piştî Îranê dor a Tirkiyeyê ye. Eger Tirkiye dixwaze ji vê bobelatê xelas bibe, divê di demeke kurt de bi kurdan re aştiyeke li ser bingeha demokrasî û wekheviyê deyne. Nexwe kes nizane ev geşedanên Rojhilata Navîn dê bi çi encamê bi dawî bibin.
Lê li qadan peyamek din jî bi awayekî aşkere derket holê: peyama hêzên dewleta bê-norm. Piştî pîrozbahiyên Newrozê li seranserê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin. Piştî 4ê Nîsanê jî li Stenbolê pîrozbahî hatin astengkirin û mirov hatin binçavkirin. Sedemên van binçavkirinan pir dûrî aqil û exlaqî bûn; tenê ji ber ku gel wêneyên birêz Ocalan rakirine, slogan berz kirine, girîngiya rêbertiya Ocalan anîne ziman û rojbûna wî pîroz kirine.
Ev rewş pir balkêş e. Dewlet bi Ocalan re hevdîtinan dike, Ocalan hewil dide Tirkiyeyê ji bobelata Rojhilata Navîn rizgar bike, lê di heman demê de wêne û sloganên wî wekî sûc tên dîtin û bi van hincetan mirov tên girtin. Ev tenê ne ew tişt e ku aqilê mirov nagire, li dijî exlaqê danûstandin û muzakereyê ye jî.
Birêz Ocalan di hevdîtina 3yê kanûna 2025an de hişyarî dabû ku ‘’di hemû pêvajoyên çareseriyê de rewşeke hevpar heye; ew jî mekanîzmaya derbeya habîtusê ye. Divê ev ne wekî derbeyeke klasîk, lê wekî hewldana sabotekirina her gaveke pêvajoyê û afirandina hawirdoreke xeternak were fêmkirin’’.
Mînakên vê mekanîzmaya habîtusê hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê hene. Li Tirkiyeyê, piştî ragihandina Hevpeymana Dolmabahçeyê di sala 2015an de, di demeke kurt de serokkomarê wê demê ev hevpeyman înkar kir û pêvajo bi awayekî sistematîk hat sabotekirin. Di dema dorpêça Kobanê de astengkirina alîkariyê û bûyerên 6-8ê cotmehê hawirdoreke xeternak afirand. Her wiha binçavkirinên girseyî yên siyasetmedarên kurd, astengkirina çalakiyên aştiyane û bikaranîna hin hêzên dewletê ji bo afirandina tirsê, hemû jî beşên ji heman refleksa otomatîk in.
Li ser asta cîhanî jî ev mekanîzma dubare bûye. Di pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê de, piştî ku lihevkirina aştiyê ya bi FARCê re di sala 2016an de hat îmzekirin, hêzên rastgir ên dewletê û paramîlîteran bi awayekî sîstematîk siyasetmedarên çepgir û aktîvîstên aştiyê qetil kirin. Li Îrlandaya Bakur, di pêvajoya “Good Friday Agreement” ango di peymana ‘îna bi xêr’ de hin hêzên yekîtîxwaz ên dewletê û komên paramîlîter êrişên provokatîf kirin da ku pêvajo xira bikin. Li Sri Lankayê jî, piştî rawestandina şerê bi Tamîlan re, dewlet bi polîtîkayên asîmîlasyonê û binpêkirina mafan pêvajoya aştiyê sabote kir. Ev mînakên cîhanî nîşan didin ku “habîtusa darbeyê” ne tenê pirsgirêkek Tirkiyeyê ye, lê li gelek dewletên xwedî dîroka otorîter, refleksa otomatîk a hêzên dewletê ye ku her gaveke demokratîk û aştiyane wekî gefê dibînin.
Îro mirov dibîne ku pêşbînî û hişyariyên Ocalan çiqas di cih de bûne.
Mixatabên Ocalan divê van hewldanên dewleta bê-norm baş bibînin û zû bikin. Eger di warê dem û pêwîstiyên pêvajoyê de dereng bimînin û kurdan jî biewqînin, hêzên bê-norm ên dewletê dê mekanîzmaya xwe ya sabotajê (habîtusa darbeyê) bikevin meriyetê. Encama vê yekê dê di serî de ji bo dewleta Tirkiyeyê pir xeternak be. Ew ê li hember geşedanên Rojhilata Navîn bêparastin bimîne û hem gelê tirk hem jî gelê kurd wê zirareke mezin bibînin.
Ji ber vê yekê divê dewlet, desthilatdariya Tirkiyeyê, mixalefeta siyasî û hemû hêzên civakî guh bidin peyamên bicoş ên 8ê Adarê, Newroz û 4ê Nîsanê. Divê pêşî li pratîkên dewleta bê-norm û mekanîzmeyên habîtusê bê girtin, da ku ti alî wenda neke û bikaribin ji vê pêvajoyê deskeftiyan bi dest bixin.


