Kariane Westrheim: Divê Tirkiye ji bo kongreya PKKê şertên ewlehiyê ava bike
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku weke "Banga Sedsalê" tê binavkirin, kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku weke "Banga Sedsalê" tê binavkirin, kir. Tevî ku mehek derbas bû jî hê ji aliyê Tirkiyeyê ve ti gav nehatine avêtin, ji bo afirandina şert û mercên lidarxistina kongreya PKKê ti gav nehatine avêtin. Dema ku Serokomar Tayyîp Erdogan îşaret bi geşedanên piştî eydê dike û raya giştî bi rojeva CHPê û parêzgeran hewl dide balê bikişîne, civaka navneteweyî û gelên Tirkiyeyê jî ji bo hukûmetê banga tevdîran dikin.
Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Kariane Westrheim ku berê li ser pêkanîna mafê hêviya Abdullah Ocalan, xwediyên Xelata Nobelê bi rêxistin kiribû derbarê pêvajoya dawî de nirxandinan kir.
Daxwaza sereke azadiya birêz Ocalan e
Kariane Westrheim da zanîn axwaza sereke azadiya birêz Ocalan e û wiha got:"Konferansa ku ji aliyê Kurdan ve hat lidarxistin gelek xweş bû û di çarçoveya tiştên ku niha li Tirkiye û Sûriyeyê diqewimin de hat lidarxistin.Ji DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed jî axaftin kirin. Ew pir baş bû ji ber ku wan nihêrînek li ser tiştê ku niha diqewime dan. Mirov ji ber pêşketina pêvajoyê pir bi endîşe û meraq in û hê jî gelek pirs bêbersiv mane. Ji tiştê ku em fam dikin ew jî li bendê ne, nêrînek giştî heye, ku pir baş bû. Di heman demê de gelek dilşad bû ku hejmareke mezin ji parlementerên Parlementoya Ewropî amade bûn û gelek ji wan baş fêm kirin ku çi diqewime. Ji ber vê yekê em tenê hêvî dikin. Her wiha di daxuyaniya dawî ya konferansê de bang hat kirin û hat gotin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên kurd ên li Iraqê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê dest ji wezîfedarkirina qeyûman a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve bê berdan. Di dawiyê de me daxwaz kir ku ji bo pêşdebirina vê pêvajoyê demildest tedbîrên siyasî û hiqûqî bên girtin û ji bo me azadî şertê her tiştî ye. Ger gav bên avêtin û ev daxwaz bên


