Karkerên madenê di roja 8an de çalakiya xwe didomînin

Karkerên Madenê ku ji bo heqdestê xwe 8 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne tevî dorpêça polîsan jî çalakiya xwe didomînin.

1 deqe xwendin
Karkerên madenê di roja 8an de çalakiya xwe didomînin

Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe dest bi greva birçîbûnê kiribûn 8 roj in li Parka Kurtuluşê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê çalakiya xwe didomînin. Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî bi karkeran re ket çalakiya greva birçîbûnê û bi karkeran re çalakiya xwe didomîne. Di roja 8an a çalakiyê de karkerên madenê plansaziya çalakiya meşa li ber Wezareta Enerjiyê kirin. Lê di seatên sibê de ji aliyê polîsan ve derdora karkeran hat dorpêçkirin. Karker di bin dorpêçê de çalakiya xwe didomînin.

Karker tevî dorpêçê jî bi berzkirina dirûşmeyan çalakiyê didomînin û bertek nîşanî dorpêçê didin. Sendîka, sazî û partiyên siyasî ku ji bo piştevaniyê serdana çalakiya karkeran dikin jî ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û nahêlin ew biçin cem karkeran.

Li gorî ku karkeran plan kiribû diviyabû seat di 12:00an de ber bi Wezareta Enerjiyê ve bimeşiyan, lê ji ber dorpêçê destûr nehat dayîn û karker li cihê xwe çalakiya xwe didomînin.