Karwanê duyem ê Başûr gihîşte Rojava

Gelê başûrê Kurdistanê bi rojane ji bo Rojava li ser piyan e. Karwanê duyem ê gelê başûrê Kurdistanê sînor derbaz kir û ji aliyê xelkê Dêrikê ve hate pêşwazîkirin.

1 deqe xwendin
Karwanê duyem ê Başûr gihîşte Rojava

Beriya demek kurt karwanê duyem ê gelê başûrê Kurdistanê yê ji Silêmaniyê ji bo bersivdayîna banga seferberiya giştî û piştevaniya berxwedana rojavayê Kurdistanê rê ketin, sînor derbaz kir û gihîşte rojavayê Kurdistanê.

Karwanê gel ji aliyê xelkê Dêrikê ve bi dirûşm û stranan ve hate pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku îro danê nîvro karwanê yekem ê gelê başûrê Kurdistanê sînor derbazkirin û gihîştibû rojavayê Kurdistanê.