KCDK-E Komkujiyan ji Helebceyê bi bîr anî

KCDK-Eyê, bi wesîleya 38emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da, komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bibîr xist û banga pêşxistina yekîtiya neteweyî, wijdanê hevpar û têkoşîna civaka demokratîk kir.

1 deqe xwendin
KCDK-E Komkujiyan ji Helebceyê bi bîr anî

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku meha adarê ji bo gelê kurd sembola êş û berxwedanê ye û kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

KCDK-Eyê got, "Meha adarê êşa kûr û berxwedana xurt di bîra gelê kurd de nîşan dide. Di salvegera Komkujiya Helebceyê de, em kesên ku di komkujiyan de şehîd bûne bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin. Bîranîna wan sûd dide têkoşîna jiyanek birûmet, wekhev û azad.”

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku di seranserê dîrokê de, daxwazên gelê kurd ên ji bo azadî û wekheviyê di serdemên cuda de bi tundî hatine tepeserkirin û ev tişt hat gotin, “Di sala 1988an de bi fermana dîktator Sedam Hûseyîn li Helebceyê 5 hezar kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di sala 1995an bûyerên Taxa Gazî ya Stenbolê, Komkujiya Qamişloyê yê sala 2004an û êrişa dagirkeriyê ya sala 2018an a li ser Efrînê… Armanca van komkujiyan hemûyan, daxwaza gel a azadî û demokrasiyê tunekirine. Lê li hember berxwedan û biryardariya gel polîtikayên zextê têk çûne.”

Di daxuyaniyê de, her wiha hat diyar kirin ku tu çek an komkujî nikare têkoşîna gel a ji bo azadiyê rawestîne û hat gotin ku êrişên li dijî sivîlan li herêmên cuda yên Kurdistanê berdewam dikin, lê ev tenê biryardariya gel a ji bo têkoşînê xurt dike.

KCDK-Eyê, diyar kir ku rûbirûbûna bi komkujiyên berê û hesabpirsîna ji berpirsiyaran ji bo edaletê pir girîng e.

KCDK-Eyê, di dawiyê de bang li tevahiya gelên li Kurdistan û herêmê kir û got, “Em li dijî hemû komkujiyên berê xwedî wijdan û helwesteke exlaqî bin. Em berxwedana xwe li ser bingeha yekîtiya netewî û xwîşk-biratiya gelan xurt bikin. Azadiya ku şehîdên me ji me dixwazin, tenê bi fêmkirina êşa hevûdû, pêkanîna edaletê û avakirina demokrasiyê ji bo her kesî, dikare pêk were. Bila em ji bîr nekin ku azadiya rastîn ji rûbirûbûna êşên rabirdûyê, berxwedana li dijî polîtîkayên dagirkirin û komkujiyê yên îroyîn û avakirina siberojê bi hev re wekî hemwelatiyên wekhev tê. Berxwedana me dê heta roja azadiyê hil tê, bidome.”