KCDK-E: Milyonan Newroz pîroz kir
KCDK-Eyê têkildarî pîrozbahiyên Newroza 2026an daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li seranserê cîhanê bi milyonan kes bi şîara ‘’Ji Rêber Apo azadî û yekîtiya gelê Kurd’’ hatin ba hev û tevlibûn gihîşt asteke dîrokî.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di serî de pîrozbahiya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê Newroz li bajarê Berlînê û gelek navendên Fransa, Îngiliztan, Avûstûrya, Danîmarka, Hollanda, Swîsre, Swêd, Belçîka, Yewnanistan, Qibris, Qanada û Avûstralyayê bi girseyî hatine pîrozkirin. Hate destnîşankirin ku di pîrozbahiyan de bi beşdarbûnên zêde qada tije bûne, sembolên azadiya Kurdistanê û alên YPJ û YPGê hatine hilgirtin.
Agirê azadiyê ji çiyayan derbasî bajaran bû
KCDK-Eyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku agirê azadiyê yê ku gerîlayan li çiyayên azad ji mîrasa ku ji şehîdan dewr girtiye, pêxistiye mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê yên li bajaran jî xistiye. KCKD-Eyê bal kişand ser gotinên Fermandara YPJê Rohilat Efrîn ên di pîrozbahiya li Frankfurtê de yên têkildarî paraztina destkeftiyên Efrînê û esasgirtina îrade ya gel û got ku li hemû qadan dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yekîtiya Gelê Kurd” hatine berzkirin.
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku atmosfera dînamîk a di pêşengtiya jin û ciwanan de pêş ketiye mohra xwe li Newrozê daye û hate gotin ku rengîniya cil û bergên gelêrî û xemla zarokan a bi rengên kurdî coşeke cudatir dane pîrozbahiyan.
Nnewroz bû îlana îradeya yekîtıya neteweyî
Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku Newroza îsal ne tenê bû hatina biharê di heman demê de bû îlana îradeya yekîtiya neteweyî ya gelê kurd yê ku li dora azadiya Rêber Apo bûye yek. Hate destnîşankirin ku pîrozbahiyên ku bi beşdariyên di astên rekor de pêk hatin, nîşan dan ku gelê kurd berê xwe daye yekîtiya neteweyî.
Hate diyarkirin ku ev qonaxa ku bi têkoşîna sedsalan gihîştiyê, hêviyên têkildarî pêşerojeke azad mezin kirine û peyama yekîtiyê ya hate dayîn di dîrokê de cihê xwe girtiye.
KCDK-Eyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Weke KCDK-Eyê di serî de Frankfurt em sed hezar û milyonên ku li navendên cuda ên li Berlîn, Fransa, Îngiliztan, Avûstûrya, Danîmarka, Hollanda, Swîsre, Swêd, Belçîka, Yewnanistan, Qibris, Qanada û Avûstralyayê xwedî li îradeya yekîtiya demokratîk derketin û hemû saziyên ked dane, hemû ciwan, jinan û dostên navneteweyî silav dikin û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Agirê Newrozê yê ku bi şîara azadiya Rêber Apo, yekîtiya demokratîk û xwişk û biratiya gelan gur dibe wê bi berdewamî bibe hêviya hevpar a hemû gelên ku di rêya azadiyê de dimeşin. Bijî Serok Apo! Bijî Yekîtiya Gelê Kurd! Jin Jiyan Azadî!”


