KCK: Pîrozbahiyên Newrozê xwedî wateyeke dîrokî ye
KCKê bi peyamekê hemû kes û derdorên tevlî Newrozê bûne silav kir û wiha got: “Pîrozbahiyên li çar parçeyên Kurdistanê, gelek bajarên Tirkiyeyê, derveyî welat û Herêmên Parastinê yên Medyayê li hişê mirovan neqişîn û dîmena derketî holê xwedî wateyeke dîrokî bû.”

KCKê têkildarî pîrozbahiyên Newroza 2026an peyamek weşand û balkişand ser girîngiya peyamên hatine dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dîmenên derketine holê di niha de li hişê mirovahiyê hatiye neqişandin û peyamên dîrokî derketine holê. Di daxuyaniyê de coşa di pîrozbaniyan de derketiye holê hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Newroz ku bi hezaran sal in di serî de kurd ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve weke ‘Cejna Vejîn, Berxwedan û Biharê’ tê pîrozkirin, îsal bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, Yekîtiya Demokratîk a Kurd’ li her devera Kurdistanê, derveyî welat, gelek navendên Tirkiyeyê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin û hîn jî tê pîrozkirin. Coşa mezin, asta tevlîbûna girseyî û peyamên dîrokî yên di vê Newrozê de hatin dayin, ji niha ve li hişê mirovan neqişî ne.”
‘Gel xwedî li pêvajoyê derket’
KCKê ragihand ku gel li dora mîmarê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyan e û ev nirxandin hatin kirin: “Newroz ku sembola roja rizgariya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ji zilmê ye. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re cardin hate çespandin ku armanca pêvajoyê jiyaneke bi hev re ya gelan a li ser bingeha wekhevî û azadiyê ye. Bi vê têgihiştinê, di Newroza 2026an de gelê kurd û gelên me bi deh milyonan bi rengê herî xurt xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin, nîşan dan ku çawa li dora mîmarê pêvajoyê Rêber Apo dicivin. Gelê me li her qada Newrozê bi rengê herî xurt daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.”
‘Civak dixwaze Rêber Apo di nav xwe de bibînin’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civak dixwaze Abdullah Ocalan di nav xwe de bibîne û ev tişt hatin gotin: “Jinên ku piştî 8ê Adarê pêşengî ji Newrozê re kirin, ciwan, gelê kurd, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nîşan dan ku ew dixwazin Rêber Apo êdî bi rengekî azad di nava xwe de bibînin, nema dikarin xwe li dîlgirtina Rêber Apo rabigirin û têkiliya xwe ya qewîn û xurt a bi Rêber Apo re careke din nîşanî her kesî dan.”
‘Gel nîşan da ku ji yekîtiyê re amade ye’
Mijara yekîtiya neteweyî jî di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin û wiha hate domandin: “Gelê me ku bi ronahiya Rêber Apo zane bû, careke din raxist pêş çavan ku ji bo yekîtiya demokratîk a kurdan amade ye û bang li rêxistinên siyasî yên kurd kir ku li hemberî xeterêyan tavilê yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin.”
‘Gel xwe gihand kelecana civaka demokratîk’
KCKê bi bîr xist ku gel Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk pêşwazî kiriye û cih da van nirxandinan: “Gelê me di vê Newrozê de xwe gihand Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk, ev manîfesto bi kelecaneke mezin pêşwazî kir û nîşan da ku ji wezîfeyên avakirina civaka demokratîk re amade ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş, kêfxweşî û îradeyeke mezin Newroz pîroz kirin û destnîşan kir ku ji bo serxistina her cure wezîfeyên vê pêvajoyê ew amade û bi biryar e.”
‘Xwediyên hesabên şan hatin hişyarkirin’
Di daxuyaniyê de peyama gel hate destnîşankirin û ev tişt hatin gotin: “Aşkere ye ku Newroza 2026an gaveke gelekî mezin ber bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve da avêtin. Yên ku hesabên şaş dikin hişyar kir û hêzeke mezin a têkoşerên demokrasî û azadiyê danî holê. Bi vê wesîleyê em spasiya her kesî dikin ên ku ked dan Newroza 2026an a bi heybet, em careke din Newrozê li Rêber Apo, şehîdên xwe yên leheng, jin, ciwan, gelê me û gelan hemûyan pîroz dikin."


