Keça Sedam Hisên û Şara hevdîtin kirin
Keça Sedam Hisên Raghad Sedam Hisên û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şera li Şamê bi rengekî veşartî hevdîtin kirin.

Malpera Fox Press ya Erebî, ragihand ku keça serokê berê ya rejîma Baasê ya Iraqê Sedam Hisên Raghad Sedam Hisên di 16ê çileyê de li Şamê bi Ehmed El Şera re di bin çavdêrî û kontrola Brîtanya û Urdunê de hevdîtin kirine.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karûbarên Derve û serokê îstîxbaratê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esad Şeybanî, du karsazên Urdunî û 7 leşkerên rejîma Baas ya berê amade bûn.
Li gorî agahiyên ku ji civînê hatine bidest xistin Raghad Sedam û Şara di çarçoveya plana ku ji hêla îstîxbarata Brîtanyayê ve hatî pêş xistin, amadekariya avakirina hêzek mezin ji çeteyên DAIŞê, ‘fedaiyên Sedam’ û komên sunnî yên radîkal tê kirin. Armanc ew e ku ev hêz bişînin Enbarê da ku li dijî Heşdî Şebî û komên alîgirê Îranê yên li Iraqê re şer bikin.
Civîna bi navê ‘Saeta Sifir’ hat binav kirin nêzî du saetan dewam kir û wezîfe hatin diyarkirin. Her wiha di civînê de li ser pêşniyara Brîtanya û Urdunê ji Şera hat xwestin ku baregeh û cihên fermî li dijî êrîşên li ser alîgirên Raghad Sedam û Partiya Baas’ê ava bike.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, di qonaxa ewil de wê 25 çete bên amadekirin. Armanca vê hêzê ew e ku ji Enbarê heta rojavayê Iraqê û deşta Mûsilê belav bibe û bixe bin kontrola xwe. Veguhestina çeteyên DAIŞê ji girtîgehên Sûriyeyê bo Iraqê jî parçeyek vê planê ye. Tê îdîakirin ku ev herêm ji aliyê DYEyê ve ji bo van çeteyan hatiye amadekirin.
Ev plan ji bo Iraqê, bi taybetî ji bo Şîeyan wekî gefek mezin tê dîtin. Ji ber vê yekê bi leşker û rayedarên berê yên rejîma Baasê re hevdîtin tên kirin. Di rojên dawî de hin kes û endamên malbatên nêzî Sedam hatin binçavkirin. Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî jî amadekariyan dikin.
Serokê Partiya Rizgariya Neteweyî ya Sûriyeyê Muhammed Muwalîd, jî civîn piştrast kir û got, “Raghad Sedam piştî hevdîtina bi Şera re, li Şamê bi şandeya Îsraîlê re hevdîtin kir.”
Armanca vê planê çı ye?
Brîtanya armanc dike ku hevsengiya hêzê li herêmê biguherîne. Armanca ji nû ve vejandina Partiya Baas û DAIŞê ew e ku li Iraqê şerekî navxweyî bide destpêkirin. Armanc qelskirina bandora Îranê, qelskirina komên girêdayî Îranê û têkbirina projeya Heyva Şîe ye. Ev yek jî kontrolkirina Enbarê digire nav xwe da ku pêşî li belavbûna bandora Îranê ber bi Deryaya Spî ve bigire.
Xetereya vê planê ya lı ser kurdan çı ne?
Ev plan ji bo gelê kurd xetereyên cidî çêdike. Vejîna van hêzan tê wateya dubarekirina şert û mercên sala 2014an. Ev plan gefê rasterast li ser Şengalê dixwe. Her wiha tê payîn ku şaneyên DAIŞê li Kerkûk û Beyciyê jî vejîn bibin. Kerkûk dikare careke din di bin gefa êrîşê de be. Aliyek din a planê guhertina demografîk e. Ev dikare Kurdên ku li Kerkûk, Mexmûr, Tuzxurmatû û deverên nakokî lê hene, bixe bin xetereyeke mezin a êrîş û komkujiyên mezin.
Li gorî çavdêrên siyasî, heke plan neyê rawestandin û tedbîrên pêwîst neyên girtin, dibe ku di hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de bêîstîqrarî û hilweşînek cidî çêbibe.


