Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

Mehmet Arslan ê ku demeke dirêj nûçegihaniya DÎHAyê kiribû, di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

1 deqe xwendin
Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

Mehmet Arslan bi salan nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi îlankirina Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin, kir. Mehmet Arslan di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Duh bi şev di têketina navçeya Qereyaziyê ji ber berf û mijê du wesayît li hev qelibîn û di encama vê qezayê de Mehmet Arslan bi giranî birîndar bû. Mehmet Arslan piştî saetan ji wesayîta ku tê de asê mabû hat derxistin û dem abi ambûlansê dibirin Erziromê, di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arslan dê îro li goristana navenda Qereyaziyê bê veşartin.

Mehmet Arslan ku demekê di partiyên siyasî û saziyên ziman de xebitîbû, ji sala 2013an heta roja ku DÎHA hat girtin nûçegihaniya Erziromê kir. Mehmet Arslan gelek caran hatibû binçavkirin û di sala 2016an de bi hinceta “di lêpirsîneke veşartî de wêne kişandine û bi raya giştî re parve kirine” hatibû girtin. Mehmet Arslan piştî demeke kurt ji girtîgehê hatibû berdan, gelek caran gef lê hat xwarin û der barê wî de doz hatibûn vekirin.