Kêleka Keleha Wanê ji pîrozbahî re amade ye
Li Qada Newrozê ya Wanê amadekariyên sibê, ber bi dawiyê ve tê. Qad bi flamayên ‘Newroz Pîroz Be’ tê xemilandin.

Agirê Newroza 2026an ku bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ tê lidarxistin, sibê li Wanê gur û geş bibe. Li Qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê amadekarî ber bi dawiyê ve diçin û qad bi alên DEM Partî, DBP û nivîsa ‘Newroz Pîroz Be’ tê xemilandin.
Li gorî bernameyê sibê Newroza Wanê dê bi vî awayî bê lidarxistin:
* Saet di 11:00an de dê bi rêzgirtinê bername dest pê bike û dû re dê li gorî rêzê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Ûmût Tayanir gel silav bike. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt û Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr wê biaxivin.
* Saet di 11:30an de dê Koma Rojhilat derkeve ser dikê.
* Saet di 12:00an de dê agirê Newrozê bê pêxistin.
* Dê di saet 12:05an de Aktîvista TJAyê Kevser Çelîk, saet di 12.15an de Veysî Aktaş û saet di 12.45an de jî Aktivîsta TJAyê Derya Aslan dê derbikeve ser dikê.
* Saet di 13:00an de Koma Agirê Jiyan dê stranên xwe bi welatiyan re bibêje.
* Saet di 14:00an de wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftina xwe bike.
* Herî dawî dê saet di 14:15an de Şiyar Berwarî, saet di 15:00an de jî Hozan Şervan derbikevin ser dikê û bername bi stranên wan dê bi dawî bibe.


