Kemal Kurkut li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Kemal Kurkut ê di Newroza 2017an bi destê polîsan hatibû qetilkirin li cihê ku lê hatibû qetilkirin tê bibîranîn.

1 deqe xwendin
Kemal Kurkut li cihê ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê ku di Newroza 2017an a Amedê de bi destê polîsan li cihê kontrolê ya polîsan a têketina qada pîrozbahiyê hatibû qetilkirin, li cihê ku lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, gelek siyasetmedar, nûnerên saziyên demokratîk ên sivîl û welatî tev li bîranînê bûn.