Kemal Kurkut li ser gora xwe ya li Meletiyê hate bibîranîn

Kemal Kurkut li ser gora xwe ya li Meletiyê hate bibîranîn

1 deqe xwendin
Kemal Kurkut li ser gora xwe ya li Meletiyê hate bibîranîn

Kemal Kurkut ku di Newroza Amedê de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li Meletiyê hate bibîranîn. 

Xwendekarê beşa muzîkê ya Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Inonuyê ya Meletiyê Kemal Kurkut, di 21ê Adara 2017an de li Amedê dema dixwest derbasî qada pîrozbahiya Newrozê bibe, bi guleya polîsan hate qetilkirin. Kurkut, di sala 9emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Bîranîn, li ser gora Kurkut a li Goristana Toptaşê ya li navçeya Battalgaziyê hat lidarxistin. Dayika Kemal Kurkut û gelek kes tevlî bîranînê bûn. 

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê ya Meletiyê Mûsa Guz axivî û got: “Dema hevrêyê me hatî qetilkirin, 23 salî bû. Di Newroza Amedê de hate qetilkirin lêbelê kujerên wî nehatin darizandin û cezakirin. Heta ku faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome.” 

Bîranîn, bi kirina duayan bi dawî bû.