Kerwanê çaremîn ê koçberan berê xwe da Efrînê

Karwanê çaremîn ê koçberan ji Hesekê ber bi Efrînê ve bi rê ket.

1 deqe xwendin
Kerwanê çaremîn ê koçberan berê xwe da Efrînê

Îro karwanê çaremîn ê koçberên ji Efrînê (nêzî hezar malbat) ji Hesekê ber bi Efrînê ve bi rê ketin.

Karwanê çaremîn ê koçberên Efrînê bi amadebûna Hêzên Asayîşê û ekîbên rewşên awarte di rêya M4ê re ber bi Efrînê bi rê ket.

Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de beriya niha nêzî hezar û 400 malbatên efrînî wek 3 kom vegeriyabûn Efrînê.

Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9ê adarê de, koma duyemîn jî ku ji 200 malbatan pêk dihat di 4ê nîsanê de, koma sêyemîn ku ji zêdetirî 800 malbatan pêk dihat di 14ê nîsanê de vegeriyabûn Efrînê.