Kesên binçavkirî hatin berdan
Duh piştî Newroza Stenbolê 2 jê zarok 26 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyan 25 kes hatin berdan. Kesek ji Rojavayê Kurdistanê ji bo paşve bê şandin, birin Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê.

Duh li Stenbolê li Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezarana kesan Newroz hate pîrozkirin. Piştî Newroz bi dawî bû û gel vedigeriya malên xwe, 26 welatî ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. 2 jê zarok 26 kes bi hinceta ‘cil û bergên kurdî’ û ‘dirûşmeyan’ hatibûn binçavkirin. 25 kes piştî karûbarên îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Kesek ê ji Rojavayê Kurdistanê nehat berdan. Ew kesji bo paşve şandinê birin Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê.


