'Kesên ku zimanê dayikê dizanin zûtir entegreyê derdor dibin'

Qeyrana li Rojhilata Navîn bi taybetî bandora xwe li ser kurd û Kurdistaniyan dike. Di van salî dawî de bi deh hezaran malbat û ciwanîn kurd mecbûr man ku ji welatî xwe koğber bibin û ji welat, ziman...

1 deqe xwendin
'Kesên ku zimanê dayikê dizanin zûtir entegreyê derdor dibin'

Qeyrana li Rojhilata Navîn bi taybetî bandora xwe li ser kurd û Kurdistaniyan dike. Di van salê dawî de bi deh hezaran malbat û ciwanên kurd mecbûr man ku ji welatê xwe koçber bibin û ji welat, ziman û çanda xwe dûr bîminin. Piraniya kurdên koçber, berê xwe dane Almanya û di nava zahmetiyên  mezin de li vir bi cih bûne. Pirsgirêka herî mezin ku di entegrebûnê de derdikeve holê, sedemek jê jî  çavkaniya xwe ji tunebûn an jî qelsbûna zimanê dayikê digire. Di qadên civakî de jixwenebawer, di dibistanê de neserkeftîbûn û bi van ve girêdayî derûniya ku bi taybetî di zarokan de ava dibe vediguherê travmayê. Ji ber vê yekê, her mamosteyekî kurd tenê ne mamosteyê ziman e; di heman demê de rista pêdegokî û derûnînasiyê jî dikeve ser milê wan.