Keskîn Bayindir: Divê em xwe birêxistin bikin
Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindîr ku li navçeya Xana Axparê ya Amedê bi ciwanan re civiya wiha got: “Temenê me çi dibe bila bibe divê em hemû di vê pêvajoyê de berpisyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin.”

Bi pêşengtiya rêxistina DBPê ya navçeya Xana Axparê li avahiya DEM Partiyê ya Xana Axparê bi ciwanan re civîn hat li dar xistin. Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DBPa Amedê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Xana Axparê û gelek ciwan tevlî civînê bûn. Di civînê de pankartên “Ciwanên Azad Rêbertiya Azad” , “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî serbikevin” û “Bimre koletî bijî azadî” hatin daliqandin. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
Pişt re sînevizyona ku ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jiyana şehîdên şoreşê pêk dihat hat pêşandan. Di sînevîzyonê de dema wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jiyana şehîdan hat nîşandan ciwanan bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namrin” berz kirin.
‘Divê em ciwan derdora Serokatiya xwe bibin xelek’
Di civînê de li ser navê ciwanan Necat Yilmaz axivî. Necat Yilmaz, diyar kir ku di vê pêvajoya girîng de herî zêde rol dikeve ser milê ciwanan û got: “Li ser ciwanan listikên qirêj tên lîstîn. Civaka ku ciwanê wê bikeve nava qirêjiyê nikare serbikeve. Ji ber vê yekê jî divê em weke ciwanan derdora Serokatiya xwe bibin xelek û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”
Dû re Keskîn Bayindir dest nîşan kir ku dê di rêya şehîdan de bimeşin û got: “Em di pêvajoyeke giring re derbas dibin. Serokatî dibêje hêza me ya civakî û siyasî ji hemû hêzên me mezintir e. Ev berpisyariyeke li ser milê ku em hêza xwe bêtir xurt bikin. Ji ber vê yekê divê em xwe biçûk nebînin. Bi taybetî jî hevalên ciwan. Yên ku ev têkoşîn derxist holê ev hêz bû û ya ku dîsa vî gelî rizgar bike dîsa ev hêz e.”
‘Kesên bi hêz tevlî pêvajoyê dibin jin, dayik û ciwan in’
Keskîn Bayindir diyar kir ku divê ew bi hêza xwe bawer bibin û wiha domand: “Serokatî ev hêza gelê Kurd a leheng birêxistin kir anî vê astê. Di vê pêvajoyê de em vê lehengî û egidiyê dûr dikevin û berê xwe didin cihên din. Min di vê pêvajoyê de tiştek dît ku yên ku vê pêvajoyê de serê wan zelal û bi hêz tev li dibin jin, ciwan û dayik in. Ji ber ku dayik û ciwanan bi ruhekî safî dilê xwe vê pêvajoyê re vekirîne. Di vê pêvajoyê de divê em pirsa ‘gelo em ê vê pêvajoyê çawa serbixin?’ ji xwe bipirsin. Pirsên baş û di cih de dê me bibin rêya rast. Lê pirsên çewt an jî şolî dê me bibin rêya şaş.”
‘Dewlet dixwaze ciwan karê tiryak û fihûşê bikin’
Keskîn Bayindîr da zanîn ku dewlet dixwaze ciwan karê tiryak û fihûşê bikin, tev li xebatan nebin û wiha pê de çû: “Ev biryar biryara me ye. Dewlet û desthilat dixwaze civakê, ciwanan bê hêvî bike. Em ê biryar bidin ku ne tenê em derî vekin divê em di vê tekoşînê de berpisyariyê bigirin. Milletên ciwanên wan tev li tekoşînê nebûne û pêşengtî nekirine tu carî biserneketine. Ji ber vê di dîrokê de qewmên ku serketine zimanê xwe çanda xwe ji bîr nekirine û tekoşîn dewrî nifşên nû kirine.”
‘Her der ji bo me cihê birêxistinkirinê ye’
Keskîn Bayindir bi lêv kir ku dewlet û destjilatdar ji bo civakê qadeke ewle ava nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her der ji bo me cihê birêxistinkirinê ye. Divê em her derê bikin komîn û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Divê ji xwe re bêjin ez ê di vê pêvajoye de çi bikim û çi dikeve li ser milê min û biryar bidin. Me bi tekoşîna xwe ve dewlet û desthilat li erdê xist. Niha dewlet bi Rêber Apo re li ser maseyê ye. Ev têkoşîn bi hêza Serokatî û gelê me dimeşe. Yên ku vê pêvajoyê serbixe û çareseriyê bîne hêza gelê me ye.”
Keskîn Bayindir da zanîn ku dewlet dixwaze hêviya wan qut bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê gelê me hêza xwe mezin dike û dê mezintir jî bike. Serokatî ji me bawer e û divê em jî xwedî li peyamên wî derbikevin. Temenê me çi dibe jî divê em hemû di vê pêvajoyê de berpisyariyê bigrin û xwe birêxistin bikin.”
Civîn piştî pirsan û bersivan bi dawî bû


