Keskîn Bayindir: Heta azadiyê em ê tekoşînê bidomînin
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi armanca bertekên li dijî êrîşên hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye destekê dide wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meş li dar xistin û zincîra mirovan ava kirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi armanca bertekên li dijî êrîşên hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye destekê dide wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meş li dar xistin û zincîra mirovan ava kirin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi beşdariya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dide.
Girseyê pankarta “Do DAIŞ îro HTŞ, wê Rojava nekeve” vekir.
Hevserokê DBPê Keskîn Baydir axivî û wiha got: “Em 9 sal berê jî li vir bûn. Me bi rojan li vir li ber xwe da. Em îro jî em di heman demê de dîsa desthilata AKP-MHPê dixwaze me bibe wan rojên 2024an. Bila baş zanibin. Gelê kurd û gelê Tirkiyeyê ji bo jiyanek azad û wekhev têkoşiya. Gelê mazlum dê dîsa li ber xwe bidin. Em ê dîsa têkoşîn û berxwedana xwe li her kolanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê berfireh bikin. Desthilata AKP-MHP dixwaze Sûriye, Rojava bike qada qirkirinê. Lê bila bizanibe, qirkirin, kuştin û talan qedera gelê bindest û gelê kurd nîne. Dest ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê berdin. We 9 sal berê hemû hêza xwe xerç kir. Hûn wê demê bi ser neketin. Hûn dîsa jî bi ser nakevin. Hûn dîsa bi ser nakevin. Dilê hemû gelê bindest, ji bo gelê kurd û gelê bi hevre jiyana hevpar dijî davêje. Gelê kurd û gelê Sûriyeyê ne bitenê ye. Li dijî metîngeriya we ne bi tenê ne. Bi milyonan gelê cîhanê îro liser piyan in. Hûn dixwazin bi destê çeteyan û DAIŞ’ê dixwazindîsa qirkirinê li ser gelê kurd fesr dikin. Lê hûn bizanibin, dê bi hezaran, bi milyonan li dijî qirkirinê dê li ber xwe bidin. Ji Rojava re qirkirin, ji bakur re biratî navêje. Dilê gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê di heman demê de û ji bo heman armancê davêje. Hûn li ser gelê kurd qirkirinê ferz bikin, hûn nikarin bibêjin em destê xwişk û biratiyê dirêj dikin. Gelê kurd vê yekê qebûl nake. Gelê kurd li dijî vê dirûtiya we li ber xwe dide. Gelê


