Keskin Bayındır : Newroz, ji bo yekitiya gelê kurd xwedî cihekî girîng e

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, ji bo Newroza Amedê ku dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê kirin, banga tevlibûneke xurt kir.

1 deqe xwendin
Keskin Bayındır : Newroz, ji bo yekitiya gelê kurd xwedî cihekî girîng e

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê Newroza îsal bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê pîrozkirin. Li zêdetirî 53 navendan pîrozbahî tên lidarxistin. Di 21ê Adarê de jî dê li Amedê Newroz were pîrozkirin. Pîrozbahî, dê li Parka Newrozê bê lidarxistin. Koma Agirê Jiyan,  Zinar Sozdar, Alend Hazim, Dîlan Top û Erkan Top, koma govendê dê derkevin ser dikê. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Leyla Zana, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Tê payin ku di Newrozê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî were xwendin. 

 Daxwaza milyonan dê li qadê olan bide

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir banga tevlibûneke xurt a Newrozê li gel kir. Bayindir, ev tişt anî ziman: “Newroz, ji bo yekitiya gelê kurd xwedî cihekî girîng e. Ev Newroz dê bibe Newroza gelê kurd azadiya xwe bi dest dixe. Rêya rizgariya ji vî şerê li Rojhilata Navîn didome, yekitiya gelê kurd e. Ev Newroz dê bibe Newroza statuya gelê kurd û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan. Dê bi milyonan kes li qadê van daxwazên xwe bi awayekî xurt bînin ziman. Dê daxwaza milyonan li qadê olan bide.”

Banga tevlîbûna Newrozê

Bayindir, îşaret bi rola Newrozê ya di aştiyê de kir û axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Dê Newroza 2026’an bandoreke mezin li pêvajoya aştiyê bike. Li Rojhilata Navîn şer heye. Divê gelê kurd parastina xwe bi ruhê yekitî û azadiyê pêk bîne. Ev, ji bo gelê kurd biqasî nan û avê lazim e. Em dikarin bi ruhê yekitiyê aştiyê ava bikin. Newroza îsal, ji bo gelên Rojhilata Navîn, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û yekitiya gelê kurd girîng e. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi vê zanebûnê tev li qada Newrozê bibin.”