‘Kezî’ ji bo kurdan tê çi wateyê?

Kezî wisa ji ber xwe ve jî nehatiye hûnandin. Di giyaneweran de bi awayên heft, heşt an jî dozdeh (û hwd) fitil hatiye hûnandin ku vana hejmarên nîşaneyî yên çand, bawerî û demê ne. Van hejmaran wekî kurdan, di hin gel, çand û baweriyên din de jî bi awayên cuda xwe didin der.

1 deqe xwendin
‘Kezî’ ji bo kurdan tê çi wateyê?

Em hîna jî nizanin navê wê! Gelo ew keziyên kîjan delala berxwedêr bû ku bi jêbûna wan keziyên wê yên delal, çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve hatin hûnandin? Ew keziyên ku jêbûn, parçebûna civaka kurd ji holê rakir. Ew anîn cem hev. Her kesayetiyek kurd bû mûyekî wan keziyan û bi dilekî bişewat bi hezaran dayik û bavan cardin keziyên keçên xwe hûnan, bi milyonan jinên kurd keziyên xwe hûnan.

Gelê kurd ê ku bi sedan sal in ji bo azadiya xwe têdikoşe, di roja me îro de ku peymanên qirêj ên sedsala borî hukmên xwe betal bûne, ev têkoşînê derxistiye asta jorîn. Yek ji van qadan rojavayê Kurdistanê ye ku ji 2011an vir ve kurd hewl didin wekî gelekî dinyayê yê birûmet rêveberiya xwe ava bike û xwe bi rê ve bibe. 

Di van çend rojên dawî de, dîsa bi peymanên qirêj êrişê kurdan dikin. Di van êrişan de li ser navê mirovahiyê ti pîvanek nehiştine. Piştî ku ji avahiyeke bilind a li Helebê keçeke kurd a ku gelê xwe diparast bi hovane avêtin xwarê, çeteyekî DAIŞê vê carê keziyên şervaneke jin a kurd ku gihîştibû şehadetê bi awayekî namerdî jê dike û qaşo wekî xelat ji nasekî xwe yê çete re dibe. Ev rewş bi awayekî bêhempa gelê kurd xemgîn kir û hêrsa civaka kurd derxist asta jorîn. 

Keçeke kurd, şervaneke kurd ji bo welatê xwe gihîşt şehadetê. Ev bi serê xwe sedema xemgînî, serbilindî û hêrsê ye. Lê bi tenê bi vî awayî nikare were destnîşankirin. Ev bi pîvanên derûnî, dîrokî, çandî, civakî û hwd ên civaka kurd ve girêdayî ye. Hovbûna çeteyan li aliyekî, gelo çima ev rewşa ku ew qas bandor li civaka kurd kir ku bi rojan e jinên kurd keziyên xwe girê didin? Kezî yan jî gulî ji bo kurdan çi tîne ziman?

Etîmolojiya keziyê

Ji aliyê peyvzaniyê ve ‘kezî’-‘gulî’, bi dimilî/zazakî ‘gulange’, bi soranî û hin devokên hewramî jî wekî ‘honrawey’, ‘honraw’ bi lêv dibe ku ji hûnandinê tê. Li hin herêmên Kurdistanê wateyên cuda jî di navbera ‘kezî’ û ‘gulî’yê de hene. Di hin devokên kurmancî de jî wekî ‘hûn’, ‘hûnan’, ‘hûna’ derbas dibe ku dişibe awayî soranî. Têkiliya peyva ‘kezî’yê divê ku bi peyva ‘gurz’, ‘gurzî’ ve hebe ku bi wateya kom, tişta komî, komkirî. ‘Gurz’ piranî ji bo hêmanên wekî giha, kevir, dar û hwd jî bi kar tê. ‘Kezî’ wekî kerzî, kerî, kerdî jî dikare were nîşandan. Qet nebe têkiliya wê bi van peyvan re heye.

Di nav peyvan de dengên ‘z’ û ‘d’ di asta yekemîn de, ‘z-d’ û ‘r’ jî di asta duyemîn de cih diguherin. Wekî ‘k’, ‘g’ ku dengên qirikî ne, ‘z’ û ‘d’ jî dengên diranlêvî ne ku ji heman koma dengan e. Di peyvan de heman cihguherîn di navbera ‘r’ û ‘l’yê de jî pêk tê, ji aliyê dengnasiyê ve. 

Dengnasî, heya astekê bandora xwe li watenasiyê jî dike. Her çiqas peyvên kezî, kerî, kerzî, kerdî, gurzî, gurz bi kurdî ji bo wateyên cuda bi kar werin jî, bes hemû jî ji heman bingehî tên ku koman diyar dikin û bi demê re wateyên nû girtine yan jî li gorî kar û tişteyên nû, peyvên nû ji yên berî xwe dirijîne. Guliya kurmancî û gulange ya zazakî jî heman in. Vana bi peyva ku ‘kulîlk’ (gulîng) ve jî yek in. Lê li herêmên (piranî) rojavayê Kurdistanê û Botanê di serî de, ‘Gula, Gulê’ navê Xwedawendekê ye jî ku bi dibetiyeke girîng ji serdema çanda û baweriyên dara pîroz a jiyanê maye. 

Ev çand heya demên dawî jî li nav kurdan hebû. Divê ku peyvên ‘gulî-xwelî, xwedî (Xweda) ji heman bingehê bin. Dîsa peyva ‘kezî’ bi tenê bi wan hêmanên xwezayî ve têkildar e yan têkiliya wê bi peyva ‘keyazî’ re heye yan na, mijara lêkolînê ye. ‘Keyazî’, ku ji du peyvan (key-azî) pêk tê, wateyên dualî yên wekî hebûna pêşîn, destpêkî (ke, key) û ronahî, stêrk (azî) dide. Pêkhatina keziyan jî gelo dibe ku bi van wateyan re têkildar be? Mijara lêkolîn û nîqaşê ye. 

Ji bo kurdan kezî û sedemên tabûyî

Çand û baweriyên ewilîn ên kurdan asîmanî ne. Li nav kurdan di vê hêlê de şibandin û honakî bi hev re hevseng in. Hinek çandan di vê hêlê de ji şibandinê derbas bûne û bi tenê (yan jî giranî) honakiyê pêk tînin. Her çiqas honakî wekî hişê pêşketî were dîtin jî, bes civakên ku bingehên wan dêrîn in, bi honakiyê re şibandinê jî dihewînin. Şibandin, piranî dualîtiya (sîmbiyotîk) jiyanî radixe ber çavan. 

Di vê hêlê de kurdan ku çand û baweriyên asîmanî jiyane, wekî cureyeke yekbûna Heyberan (Wahdetî Wicûd) bedena xwe wekî gerdûn an jî fezayê hildane dest û serê xwe yan jî hişê xwe jî wekî rojê dîtine. Lewma di zimanê kurdî de navekî Xweda jî ‘hiş’ (heşa) e. Hîn jî kurd bi vî navî sond dixwin. Ji ber van sedemên çandî, civakî û bawerî ku bingeha wê heya giyaneweran diçe.

Li nav kurdan şikandina serê mêran û jêkirina porê jinan tabû (qedexe) ye. Lewra ew, mala hiş (heşa) e. Nîşaneya rojê ye ku mirov û hebûn jê hatiye. Bi gelek sedeman re, sedemeke ku jêkirina keziyê şervana kurd ewqas bandorê ji aliyê hestî, ramanî û derûnî ve li civaka kurd kir, yek jî divê ku ev be.

Ji aliyê çand û baweriyê ve kezî 

Kezî, ji bo kurdan hêmaneke çand û baweriyên dayîksalarî ye. Di vê çand û baweriyê de şibandin, nîşaneyeke girîng e. Şibandin bingeha honakiyê ye. Çawa ku serî yan jî hiş, wekî rojê hatiye dîtin, por jî wekî ronahî, alav, tîrêjên rojê, zayîn û herikîna avê; dîsa li ser erdê jî bereket, rûberkan û hemû bedewiyên xwezayê hatiye dîtin. Ji ber van sedeman jêkirina porê jinê, tê wateya jiholêrabûna van hemûyan. 

Çawa ku jin, di van çand û baweriyan de nîşaneya hebûn û jiyanê ye, serê wê nîşaneya rojê ye, rista porê wê jî bi van ve têkildar ev e. Ev bi dehan hezar sal in, çand û baweriyên ku civaka kurd xwe lê girtiye û heya roja îro hatiye, bi vî awayî di binhişê civakî de ku wekî nirx an jî tabû hebûna xwe diparêze, çawa ku di demên zehmet de ev pîvan rastî xetereyan tên, bi vî rengî civak di kesayeta van pîvanan de (jin, kezî yan jî wateyek wiha) bertekên xwe nîşan dide û xwe hildide parastinê. Xetere çiqas mezin be, bîra civakî wekîvelîsk (refleks) ewqas ji kûrahiyê ve dertê û bi vî awayî parastin jî ewqas xurt dibe. 

Li çanda kurdî wateya dîrok, dualîzm û keziyê

Mijarên li jor hatin vekirin di kesayeta pîvan û giraniya jina kurd de bi dîrokê ve têkildar in. Lê kezî bi serê xwe jî xwedî van wateyan e. Kezî, kirina por an du beşan û wekî kezî hûnan, bi ramana dualîst ve têkildar e ku bingeha çand û civakbûna kurdan pêk tîne. Kezî, di kesayeta jin û mêr, an jî mê û nêr de dualîtiya hebûn û jiyanê radixe ber çavan. Jiyan ji du hêmanên ku didin hev û distînin pêk tê, di vê nêrînî de. Fitlên keziyan ku di nav hev re derbas dibin jî, guherbariya (kirasguherîn) jiyan û xwezayê nîşan dide. 

Di çandên berê yên dualîst de ramana du dinyayan heye. Di her du dinyayan de jî divê ku mirov an jî hebûn cot (dudu) bin. Ji cotbûnê bikevin, tê wateya kêmbûnê ku ev jî bi gunehê re hempa ye. Ji ber vê, gava ku mêrê jinekê dimire, bi wateya ku jiyana wê jî kêm bûye yan jî hemû wateyên ku li jorê hatin vekirin ji holê rabûne, keziyên xwe jê dikir û diavêt ser kêlikên gorê. Ev bi heman awayî dihat wateya ku ez di jiyana te ya din de jî bi te re me.

Keziyên ku ronahî, bereket, giyan û hebûnê nîşan didan li ser gorê dihatin hiştin. Anku jina ku nîşaneya vana hemûyan bû, vana hemûyan (kezî) pêşkêşî nîvê xwe yê ku jê qetiyaye dikir. Heman rewş ji bo mirina serokek jî, pêşengek jî derbasdar bû.

Lê kezî wisa ji ber xwe ve jî nehatiye hûnandin. Di giyaneweran de bi awayên heft, heşt an jî dozdeh (û hwd) fitil hatiye hûnandin ku vana hejmarên nîşaneyî yên çand, bawerî û demê ne. Van hejmaran wekî kurdan, di hin gel, çand û baweriyên din de jî bi awayên cuda xwe didin der. Wekî mînak: dozdeh kezî, dozdeh mehên salê nîşan didin. Her keziyek mehekê tîne ziman. Di giyaneweran de dema ku salek temam bû, jina nîşaneyî (pêşeng, keybanû û hwd) keziyên xwe jêdike ku ev tê wateya bi hemû tiştên xwe ve mirina sala borî. 

Di hin çandan de her keziyek salekê jî tîne ziman. Ev li gorî herêm, çand û cudahiyan diguhere. Kezî, bi vî awayî ji dema herî kurt bigre heya dîroka herî dêrîn, li ser serê jinê ku xeml û rewşa hunerî, çandî û jiyanî ya hiş e, hemû demê di nav fitlên xwe de tîne ziman. Li serê jina hilbijartî, her keziyekê fitleke serdemî ya dîrokê jî rave dike. Ji bilî mirineke ku ew û kezî (xwediya keziyan) bi hev re têkildar in û dîsa sersalên nîşaneyî ku jin, serê jinê yê wekî mala Xweda hatiye dîtin û hişê wê nîşan dide, jêbûn û jêkirina keziyan qedexe ye. 

Kezî, bi vê destûra çandî, di demên wê yên pejirandî de dikarin werin jêkirin. Her wiha ji aliyê navxweyî ve, anku ji bo gel û çanda mijara gotinê dikare werin jêkirin. Destdayîna ji aliyê biyanan ve qedexe ye. Lê di demên awarte de wekî nîşaneyeke hawarê (ji bilî sersal û ayînên navxweyî) jî kezî ji aliyê xwediya wê ve hatine jêkirin. Ev dem, demên herî awarte ne ku divê gel û çanda mijara gotinê li gorî wê tevbigere.

Lewma civaka kurd, gava ku çeteyên hov ên Suriyeyê û yên ku dewleta tirk piştevaniya wan dike gava keziyên jineke berxwedêr a kurd ku şehîd ketiye jêkirin û li ber kamerayan teşhîr kirin, ev berteka ku dan, çiqas bi berxwedana îro ya ji bo azadiya Kurdistanê ve têkildar be, ewqas jî bi nûnertiya jina kurd a ku dîroka kurdan nîşan dide re jî têkildar e.

Bi vî awayî dîrok û îro dibin yek. Giyana civakî hewla xweparastinê nîşan dide. Keziyên jina kurd, li gorî van hemû wateyan, rista DNAya civaka kurd dileyîzin. Her wiha jixwe ji aliyê wateya çandî, bawerî, dîrokî û hwd ve hişê civakî yê şibandin û honakî nîşane û rastiyên pêwîst lê bar kirine û bi vî rengî di roja me de jî dide jiyîn. 

Keziyên berxwedêran

Em hîn navê wê jî nizanin! Gelo ew keziyên kîjan delala berxwedêr bû ku bi jêbûna wan keziyên wê yên delal, çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve hatin hûnandin? Ew keziyên ku jêbûn, parçebûna civaka kurd ji holê rakir. Ew anîn cem hev. Her kesayetek kurd bû mûyeke wan keziyan û bi dilekî bişewat bi hezaran dayik û bavan cardin keziyên keçên xwe hûnan. Bi milyonan jinên kurd keziyên xwe hûnandin. Ev delala berxwedêr a ku em navê wê jî nizanin ku gihîşt şehadetê, bi vî awayî di dilê bi milyonan kurdî de dijî, di ramanên milyonan de zindî ye. Û li serê her jineke kurd bi awayê herî bedew hûnandî ye. 

Dê tu çeteyên hov, ti berjewendiyên qirêj ên dinyaya îroyîn, ti dewletên dagirker nikaribin van keziyên delal ên hûnandî ji hev de bixin. Ev kezî carekê ji bo azadiyê hatine hûnandin, dê heta azadiyê dirêj bin, bedew bin û geş bin. Li hemberî dagirkeran wê bibin lehî, bahoz û pêtên agir.