KJK: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJKê bi daxuyaniyekê Komploya Navdewletî ya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJKê bi daxuyaniyekê Komploya Navdewletî ya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Koordînasyonê her wiha berxwedana 27 salan a Abdullah Ocalan a li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne silav kir û bang li her kesî kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin.
Koordinasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de Kompoloya 9ê Cotmehê ya di sala 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşketiye bi tundî şermezar kir. KJKê, berxwedan Abdullah Ocalan a li dijî pergala qirkirinê ya li Îmraliyê ya 27 salan jî silav kir. KJKê wer wiha di şexsê Aynûr Artan û M. Xalid Oral de hemû welatparêz û şoregerên li dijî komployê bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ xwe kirin xeleka ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.
KJKê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Em çalakiyên dîrokî û bi wate yên gelê kurd, jinên kurd, dostan û hêzên dijberê sîstemê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistanê û her aliyêcîhanê timî di nava çalakiyan de ne, silav dikin. Dîsa em çalakiya ku bi pêşengiya jinan bi şîara ‘Em bi Hêvî ber bi Azadiyê ve Dimeşin’ ku ji 1ê cotmehê li Amedê destpê kir û 7ê cotmehê li ber meclisê bi dawî bû û coşa jinan, silav dikin. Ev gavên ku bi hêviyeke mezin ber bi azadiyê ve hatine avêtin, divê bi milyonan kesan tevlî xwe bikin û dewam bikin, divê ev meş domdar be. Ji bo ev komploya herî berfireh a dîrokê were pûçkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê hêza pêngavan hîn zêdetir were mezinkirin, her der û her kêlî bi paradîgmaya Rêber Apo dagirtî be.”
KJKê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Hêzên hegemon ên ku li herêmê ji bo berjewendiyên xwe hewl didin şer berfireh bikin, dixwazin bi destê netew dewletan gelan li dijî hev rakin û modela netewa demokratîk a Rêber Apo jî ji bo planên xwe yên qirêj weke jehrkuj dîtine. Şerê ku niha li Xeze, Sûriye, Ûkrayna û Rûsyayê dewam dike nîşan dide ku kirasê netewe dewletan li gelan kirine teng e û parçe dibe. Van şeran car din îspat kiriye ku modela netewa demokratîk a Rêber Apo modela jiyana azad a gelan û jinan e. Lewma em dibînin ku komploya navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an, îro jî bi rê û rêbazên cuda di dewrê de ye. Bi perspektîfa Netewa Demokratîk a Rêber Apo sîstemek hate avakirin ku ji bo Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn bûye nefes. Di vê sîstemê de jin û gel bêyî ku ferq û cudahiya ol, ziman û netewê bikin bi hev re dijîn, xwe bi azad îfade dikin, bi rê ve dibin, biryarên xwe didin û dibin îrade. Êrîşên li dijî vê sîstemê dewama komploya navneteweyî ye. Em van êrîşên li dijî îradeya gelan û jinan şermezar dikin. Li dijî van êrîşan mezinkirin û parastina deskeftiyên şoreşa jin a Rojava, têkoşîna li dijî komployê ye. Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de, bi têkoşîna xwe hêza qezenckirinê ya têkoşînê nîşanî gelê kurd û hemû gelên bindest daye. Rêber Apo li dijî sîstema înkar, îmha û îşkenceyê her kêliya xwe bi têkoşîna li ser navê mirovahiyê û bi pêngavên ku


