KNK: Di vê Newrozê de yekitiya xwe ava bikin
KNKê ji bo pîrozkirina Newrozê bang kir û got: “Bangawaziya me ev e ku hemû kurdistanî, bi reng, sembol û nasnameya xwe, mil bi mil û dest bi dest, Newroza 2026an bikin Newroza azadiyê yekbûna xwe.”

Konseya Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî banga pîrozkirina Cejna Newrozê kir û diyar kir ku divê gelê kurd ê li Kurdistan û seranserê cîhanê bi îrade û yekgirtineke xurt bi hev re Newrozê pîroz bikin da ku peyama azadî û yekbûnê bigihînin hemû cîhanê.
Naveroka daxuyaniya KNKê bi vî rengî ye: “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hemû partî, rêxistin, saziyên civakî, kesayet û gelên kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dike, ku em Newroza sala 2026an bi ruhekî niştimanî û bi hesasiyetek bilind, di bin şîara ‘Newroza Azadî û Yekbûnê’ bi hev re pîroz bikin û terxanî destekeftiyên gelê xwe û parastina berxwedana li Rojava bikin.
Em bi hêvî ne ku îsal li bajarê Frankfurt û li hemû welatên Ewropa û cîhanê jî gelê me bi hev re Newrozê pîroz bikin. Pêwîst e em bi îrade û yekgirtineke xurt bi hev re Newrozê pîroz bikin da ku em careke din îradeya gelê xwe bi hemû cîhanê bidin xuyakirin û peyama azadî û yekbûna xwe bigihînin cîhanê.
Bangewaziya me ev e ku hemû kurdistanî, bi reng, sembol û nasnameya xwe, mil bi mil û dest bi dest, Newroza 2026an bikin Newroza azadî û yekbûna xwe. Şert û mercên herêmî û qonaxa ku tevgerên siyasî yên Kurdistanê têde ne, berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê me hemûyan. Ji ber vê yekê em careke din bangewaziya xwe dubare dikin ku bi yekrêzî û pêkanîna yekbûna xwe, em dikarin hêza gelê xwe zêdetir bikin û armancên xwe bi cih bînin.
Dem, dema yekrêzî û pêkanîna yekbûnê ye
Bijî Newroza azadî û yekbûnê!"


