KNK: Di vê serdemê de rola rojnamegeran girîngtir e

Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek weşand û bal kişand ser girîngiya medyayê ku ji bo rastiyê têdikoşin.

1 deqe xwendin
KNK: Di vê serdemê de rola rojnamegeran girîngtir e

Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek weşand.

KNKê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku 128 sal berê, di 22yê Nîsana 1898an de yekemîn rojnameya bi zimanê kurdî ya bi navê ‘Kurdistan’ bi ked û xebata Mîqdad Mîdhed Bedirxan derketiye. KNK vê rojê wek ‘çirayeke her dem geş’ pênase kir û hemû rojnamegerên biwêrek û rastgo, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojnamegerî ne tenê pîşeyek e, di heman demê de di civaka modern de hêza çaremîn e û xwedî hêzeke manewî ya mezin e ku civakê araste dike. KNKê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Medya ew qad e ku kar li ser rehendên piştguhkirî, quncikên tarî yên desthilatan û dengên nebihîstî yên gel dike.”

KNKê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Kurdistanê ya bindest û ev yek anîn ziman: “Ji roja yekem heta îro, gel û nîştimana me rûbirûyî êrişên asîmîlasyon û komkujiyê hatine. Di vê serdema ku wek ‘Şerê Cîhanê yê Sêyem’ tê pênasekirin, erka Rojnamegeriya Kurdî hê girantir e.’’

KNKê piştre şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn û got: ‘’Em bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû wan rojnamegeran ditewînin ku li seranserê Kurdistanê tenê ji ber gotina rastiyan hatin şehîdkirin. Herwiha em silavên germ ji bo wan rojnamegerên wêrek dişînin ku li quncikên zîndanan parastina nirxên azadiyê kirin.”

KNKê herî dawiyê ragihand ku ew hertim piştgiriya deng û rengê ragihandina niştimanperwer dikin û careke din Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.