KNK û KCKê êrîşa li dijî mala Barzanî şermezar kir
Hevserokatiya KCKê û KNKê êrişa li dijî Barzanî şermezar kir û xwestin tu kes li dijî kurdan nekeve nava hesabên şaş

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê û Rêveberiya KNKê êrîşên li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û got ku êrişên ser Kurdistanê careke din nîşan didin bê yekbûna hêzên siyasî ya kurd a li ser bingeha yekitiya demokratîk çiqasî pêwîst in. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê êriş şermezar kir û got: “Em vê êrişê şermezar dikin û ji birêz Nêçirvan Barzanî re dibêjin derbasî be. Aşkeraye ku ev êriş ji bo ku kurdan bikişînin nava şer pêk tînin. Em van êrişan hemûyan şermezar dikin û hêzên ku êrişê dikin hişyar dikin. Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî rast nêzî kurdan bibin. Divê her kes bi rêzdarî nêzî têkoşîna rewa ya gelê me bibe û nekevin nava hesabên şaş.”
KNKê êrişên li ser Başûr şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî têkildarî êrişên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê û hedefgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyeke nivîskî da. KNKê di daxuyaniyê de got: “Em li beramberî hemû êrişên bi drone û moşekan ên ku bi giştî li ser başûrê Kurdistanê tên kirin bi fikarin û wan bi tundî şermezar dikin.”


