KNK û Tevgera Helwest piştgirî dan rewşenbîrên başûrî
KNK û Tevgera Helwest bi daxuyaniyên ku parve kirn piştgirî dan xebata 'Yek e yek e yek e, gelê kurd yek e' ya ku rewşenbîrên başûrî dane destpêkirin.

Bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cuda yên başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê kurd projeyek neteweyî hat destpêkirin. Xebata ku bi durûşmeya 'Yek e yek e yek e, gelê kurd yek e' dat destpêkirin di 19ê mehê de bi daxuyaniyeke nivîskî hatibû ragihandin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Tevgera Helwest ya başûrê Kurdistanê piştgirî dan vê xebatê.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe de ji bo xebata ku hatiye destpêkirin wiha got: “Em li wek KNKê radigihînin ku ji destpêkê ve, armanca damezrandina KNKê lihevkirin û yekîtiya neteweyî li hemû beşên Kurdistanê û dîasporaya kurd a li çar aliyê cîhanê bû. Ji bo gehîştina armancên şehîdan û xebatkarên gelê me û azadiya Kurdistanê bû ye. Ji bo vê armancê, me bîst û heft sal in hewlên me li ser xeta nîştimanî û neteweyî li hemû astên siyasî, dîplomatîk, civakî û çandî me meşandiye. Ji bo vê armancê, me bi sedan konferansên herêmî, kurdistanî û navneteweyî ya berfireh li dar xistine. Di heman demê de, civîn, helwest û beşdariya me ya berfireh di hemû mijarên nîştimanî neteweyî yên girîng û biryardar de ji bo me pêşîniya me bûye. Me bi berdewamî bang li gel, partî û rêxistinên Kurdistan kiriye ku di çarçoveya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de xwe bi yekîtî rêxistinî bikin û armancên neteweyî û nîştimanî yên kurd û Kurdistanê wekî bingeh bigirin."
Hesta neteweyî ya li Kurdistanê
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku KNKê têkoşîna xwe ya siyasî û dîplomatîk ne tenê li ser asta navxweyî, lê di heman demê de li ser asta navneteweyî jî bi pêş xistiye û wiha hat gotin: "Bi taybetî li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Di êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de, me dît ku hevgirtina kurdan di asta herêmî û navneteweyî de çiqas bandorê li yekîtiya gelê kurd û navendên biryardanê yên li cîhanê dike. Herwiha me dît ku ragihandina hevpeymaniya hêzên rojhilatê Kurdistanê çawa hesta neteweyî ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, lê li seranserê Kurdistanê geş kir. Ji ber vê yekê, şertê serketina gelê kurd û pêkanîna maf û armancên wan di asta gotûbêjên siyasî û stratejîk de bi yekîtiya me ve girêdayî ye. Bi taybetî ji ber ku Rojhilata Navîn di şerekî dijwar de ye û diguhere û vediguhre. Di vê navberê de, kurd dikarin bibin hêzek bi bandor ji bo guhertin, aramî, aştî û jiyana hevbeş. Divê em bizanin ku çarenûsa kurdan li hemû beşên Kurdistanê û cîhanê bi hev ve girêdayî ye. Ev çarenûs tenê bi helwestek hevpar di bin sîwana welat û neteweyê de û bi rêxistinkirina gel û neteweya me bi hemî hêz û rêxistinên azadîxwaz û neteweyî ve dikare were misoger kirin."
KNKê di dawiya daxuyaniya de piştgirî da hewldan û projeya rewşenbîrên başûrê Kurdistanê ya ji bo yekîtiyê û got: "Em vê yekê weke têkoşîn, erk û armanca xwe ya rastîn dibînin. Herwiha em girîng û pêwîst dibînin ku bibe bingeha konferansek niştîmanî û neteweyî ya hevbeş a tevahiya Kurdistan û dîasporaya kurd, bi tevlibûna tevahiya partî û rêxistin û kesayetiyên neteweyî, ji gihîştin bi xîtabeke bilind a stratejiya niştimanî ya hevbeş ku bibe nexşerêya xebat û azadî û avakirin û bersivdayina erkên pêvajoyê. Ji bo vê jî wek her tim KNK bi erkê xwe dibîne ku di vê qonaxa hesas û aloz a herêmê de hewl bide konferansek berfireh lidar bixe."
Tevgera Helwest: Mijarên neteweyî stûna sereke yên xebatên me ne
Tevgera Helwest a başûrê Kurdistanê di daxuyaniya ku ji bo piştgiriyê parve kir de wiha got: “Ji destpêka avabûna xwe ve, Tevgera Helwest mijarên neteweyî kiriye stûna sereke ya xebat û bernameya xwe ya siyasî. Tevgera Helwest di gavên xwe yên xebatê de her tim pirsgirêkên neteweyî li pêş hemû pirsgirêkên siyasî û partiyê girtiye. Di pratîkê de, rasterast piştgirîya gelê me yê li Rojava kiriye. Herwiha em piştgiriya mafên gelê xwe yê li Bakur û Rojhilat dikin. Ji bo Başûr jî, beşdarvanekî sereke yê çalakiyên neteweyî ye.
Li ser bingeha siyasî ya tevgerê, Tevgera Helwesta Neteweyî piştgiriya xwe ji bo projeya lihevkirina neteweyî ji bo hejandina navendên biryargirtinê yên li cîhanê radigihîne û amade ye ku erkên ku di vî warî de dikeve ser milê wî pêkbîne.”


