KNKê û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk tevkujiya Ermeniyan şermezar kirin
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di salevegera 111an de tevkujiya li dijî welatiyên Ermenî bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Hê jî jana gelê Ermen û hemû xwedî wijdanan kêm nebûye. Lewra heta niha bi vê komkujiyê re hevrûbûneke rasteqînî pêk nehatiye.” KNKê jî bi daxuyaniyekê tevkujî şermezar kir û banga naskirina tevkujiyê li berpirsyaran kir.

Yekitiya Înîsiyatîfa Demokratîk bi boneya salvegera tevkujiya Ermeniyan ku weke 24ê Nîsana 1915an tê qebûlkirin de daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyên de hat gotin ku wan di salvegera 111an a tevkujiya li dijî Ermeniyan ji bîrnekiriyê û wiha hate gotin: “Erdnigariya ku em li ser dijîn, ji mêj ve erdnigariyeke pir olî, pir nasnameyî û pir mezhebî ye. Lê ji ber zext û zordariyê, di nava sed sala dawî de gelek pêkhate an hatin sirgûnkirin an bi qetlîaman re rûbirû man. Ji wan yek jî bêguman gelê Ermenî ye ku êş û jana wan hê jî tê hîskirin. Bi sirgûnkirin û qetilkirina rewşenbîr û sîyasetmesarên Ermenî ku di 24ê Nîsana 1915an de ji aliyê zîhnîyeta Îttihat û Terakkiyê ve hat pêkanîn, êrişên berfireh ên li ser gelê Ermenî dest pê kirin.”
‘Şopên olî û neteweyî hatin qelskirin’
Di daxuyaniyên de tevkujiyên li dijî gel û baweriyên cuda hatin bi bîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Bandora komkujiyê ya li ser gelê Ermenî, li ser hemû gelên din ên Mesihî jî xwe da hîskirin. Lewra bi awayekî sîstematîk li ser Rûm, Siryan, Kurd, Elewî û Êzidî jî polîtîkayên dijwar hatin meşandin. Di encama van polîtîkayan de tenê karesateke mirovahî pêk nehat, di heman demê de şopa olî, neteweyî û mezhebî ya gelan jî ji holê hatin rakirin. Xaka Mezopotamya û Anatoliyê ku wekî warê şaristaniyan tên zanîn, bi polîtîkayên homojenîzekirinê hatin qelskirin. Her çiqas di ser komkujiya Ermenan re 111 sal jî derbas bibin, hê jî jana gelê Ermen û hemû xwedî wijdanan kêm nebûye. Lewra heta niha bi vê komkujiyê re hevrûbûneke rasteqînî pêk nehatiye. Ji ber vê ye ku niqaşên li ser vê komkujiyê bi awayekî xurt her sal di rojevê de cihê xwe digirin. Divê ev komkujî di nava welatan de wekî amûreke sîyasî neyê bikaranîn, bi polîtîkayên rojane neyê îstîsmarkirin. Lewra ev meseleya dîrokî, di heman demê de meseleyeke wijdanî, însanî û civakî ye.”
‘Çare neteweya demokratîk e’
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ew bi hev re jiyana gelan diparêzin û daxuyaniyê wiha dom kir: “Em bawer in ku bi qebûlkirin û rêzgirtina êşên hevdû dê hemû gel nêzikî hevdu bibin. Bi taybetî, guhertina helwesta dewletê ya li hemberî komkujiya Ermenan dikare ji bo hemû gelan rûpeleke nû vebike. Ji ber vê, divê bi awayekî fermî were qebûlkirin ku li ser vê axê polîtîkayên tunekirin û homojenîzekirinê êdî têk çûn. Em li ser axa Kurdistanê bi hev re jiyîna gelan diparêzin û binî xêz dikin ku pir olî, pir zimanî û pir mezhebî dewlemendiya me ya jêneger e. Hemû bûyerên mezin jî nîşanî me didin ku li Rojhilata Navîn mîsogeriya jiyaneke hevpar ancax bi jiyanîzekirina neteweya demokratîk û bi avakirina yekîtiya demokratîk pêkan e. Bi vê hişmendiyê, em êş û jana gelê Ermenî û trajediya mirovahî ya mezin di dilê xwe de hîs dikin û hemû qurbaniyên ku bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin, cardin bi rêzdarî bi bîr tînin.”
KNK: Komkujiyê nas bikin
KNKê jî bi boneya 111emîn salvegera tevkujiya 1915an a li dijî gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurdên Êzidî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Împaratoriya Osmanî û hevkarên wê zêdetirî miyon û nîv mirov qetil kirine û cih û warên wan wêran kirine. KNKê destnîşan kir ku înkarkirina vê qirkirinê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve, tê wateya berdewamiya vî sûcê li dijî mirovahiyê. KNKê qirkirin bi tundî şermezar kir û bang li Tirkiyeyê û cîhanê kir ku vê qirkirinê bi fermî nas bikin.


