Kobanê 19 roj in di bin dorpêçê de ye
Bajarê Kobanê ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve 19 roj e hatiye dorpêçkirin.

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi vê dorpêçê re dixwazin gelê Kobanê tengav bikin û îradeya wan bişikînin. Li bajarê Kobanê nîv milyon mirov dijîn. Malbatên kurd ên li Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û koçberên Efrîn û Şehbayê ji ber êrişan xwe spart Kobanê. Herwiha hinek gundewarên Kobanê jî ji bo parastina zarok, nexweş û kal û pîran, berê xwe da bajarê Kobanê.
Kobanê hem berpirsyariya koçberên bi darê zorê ji herêmên xwe koç kirine, rakiriye, hem jî li hemberî êrişan li ber xwe dide.
Ji aliyê tenduristiyê ve gelek derman nayên peydekirin, bi taybet kesên nexweşiya şekir û tansiyon û gurçikan bi wan re hene, zehmetiyê dikişînin. Herwiha kesên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, ji ber dorpêçê nikarin tedawiya xwe berdewam bikin.
Hikûmeta demkî bi vê dorpêçê şerê taybet li ser Kobanê bi rê ve dibe, dixwaze îradeya Kobanê ya li ser asta cîhanê sembola berxwedanê ye û yekemîn cihê têkbirina çeteyên DAIŞê ye, bişikîne.
Gelê Kobanê ji roja yekê ya dorpêçê ve bê deng nemaye û xwedî helwesteke berxwedêr e. Gel bi rêya komînan rojane xwe bi rêxistin dike û tax bi tax parastina xwe dike.
Bi lihevkirina di navbera HSDê û HTŞê ya 30 çileyê hat ragihandin de diviyabû 2yê sibatê dorpêç hatibane rakirin. Dorpêç berdewam dike û êrişa siyasî û psîkolojîk a li ser Kobanê berdewam dike.


