Kobanê 41 roj in di bin dorpêçê de ye

Li Kobanê ya ku nifûsa wê ji 600 hezarî derbas kiriye krîza mirovî tê jiyîn.

1 deqe xwendin
Kobanê 41 roj in di bin dorpêçê de ye

Komên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta tirk, di 20ê Sibatê de êrişî Kobanê kirin û Kobanê dorpêç kirin. Dorpêça li ser bajar, di roja 41an de didome. Diviyabû dorpêça li ser bajar di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikûmeta demkî de bihata rakirin lê hêj jî tu gaveke şênber nehatiye avêtin. 

Bi destpêkirina êrişan re ji Tebqa, Reqa û Helebê gelek kesan berê xwe dan navenda Kobanê. Tê destnîşankirin ku nifûsa navendê 600 hezar kes derbas kiriye. Ji ber dorpêça li ser bajar, di mijarên xurek, ava paqij û xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û krîza insanî roj bi roj girantir dibe.   

Herwiha di hat ragihandin ku di çerçoveya peymana 29ê Çileyê de HSD parastina navçeya Şêxlêrê ya Kobanê dewrî Hêzên Asayîşa Ewlehiya Giştî kirin.