Kolan û qad dibêjin: Yekîtî yekîtî yekîtî !
Ruhê yekîtiyê ji her demê zêdetir derkete pêş. Hewce ye rêxistin, sazî û dezgehên kurdan, pêşeng û rêvebirên kurdan vê rastiyê li ber çavan bigirin. Rewşa derketî holê, ji bo bipêşxistina yekîtiyeke neteweyî destên wan ji her demê xurtir dike.

Bi rojan e gelê kurd li kolanan sloganan berz dikin, dibêjin “Yek e Yek e Yek e, Kurdistan Yek e! Rojava Rojhelat e Kurdistan Yek Welat e!” Ji Rojava heta Rojhelat, ji Bakur heya Başûr, ji Rusyayê heta Ekwadorê, Ji Fransayê heya Qanadayê… Kurd pêl bi pêl herikîn kolanan û êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li ser Rojava şermezar kirin.
Êrişên li ser Rojava, pirsgirêka kurd û Kurdistanê careke din ji her aliyî ve xist rojevê. Rewşa kurdan kete rojeva raya giştî ya cîhanê. Di heman demê de, li nav kurdan jî rêbaza çareserkirina meseleya kurdî bû mijara nîqaşê. Pirsgirêka kurdî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên sedsalan e; wekî pirsgirêka cihûyan karakterekî gerdûnî wergirtiye.
Cihû beriya hezar salan ji cihê xwe veqetiyan. Li her derê cîhanê belav bûn. Her cihê ku lê jiyan piştî demekê bi komkujî û koçberiyê re rûbirû man. Komkujiya herî dawî jî di şerê cîhanê yê duyem de jiyan. Lêgerîna wan a welatekî jî qet kêm nebû. Dema Îsraîl hate damezirandin, hate fikirandin ku dê pirsgirêk çareser bibe, mixabin pirsgirêk hîn kûrtir bû û didome. Îsraîl ji bo cihû rastî êrişan neyên, çi hêzeke dijberê wê heye, dixwaze tune bike. Ji bo ewlehiya xwe komkujiyan pêk tîne. Ev rêbaz wisa bidome, rojek dê were hêzeke xurtir derkeve û cihûyan qir bike.
Kurd jî dê wekî cihûyan dewlete hişk ava bikin an jî dê çareseriyeke giştî bi pêş bixin? Bi dehan dewletên ereban hene. Lê ji ber berjewendiyên dewletî xwedî li Filistînê derneketin. Dewleta farsan heye, lê wan rojekê jî rûyê başî û azadiyê nedît. Tirkiye sedsal in di nav xwe de bi mekanîzmaya darbeyê tê birêvebirin. Di Rojhilata Navîn niha yek dewleteke demokratîk jî tune ye. Îsraîl ji bo hemwelatiyê xwe dibe baş be lê ji bo derve tenê xezebê dibarîne. Li pêşiya kurdan gelek vebijêrk hene; dikarin daxwaza dewletê jî bikin, dikarin daxwaza federasyonê jî bikin, dikarin daxwaza xweseriyê jî bikin. Ev hemû mafên kurdan ên rewa ne. Lê berî her tiştî divê kurd di nav xwe de mekanîzmayeke neteweyî ava bikin û li gorî rastiya konjonkturê tevbigerin.
Niha ji bo pirsgirêka kurdî jî lêgerînên çareseriyê hene. Piştî dawiya şerê cîhanê ji ber ku nasnameya kurdî nehat qebûlkirin, kurdan li her derê serî hilda; encama serhildanan şikestin, qirkirin û koçberî bû. Lê kurdan ji hebûna xwe tawîz neda. Kurd hem li nav çar dewletên ku welatê wan dagirkirine, hem jî li tevahiya cîhanê belav bûn. Bi demê re pirsgirêka kurdî ji Kurdistanê derket, bû pirsgirêka Rojhilata Navîn. Niha jî bûye pirsgirêka cîhanî. Lê ev pirsgirêk dê çawa çareser bibe? Divê kurd çi bikin? Ewlehiya kurdan çawa pêkan e? Li pêşiya kurdan talûkeya herî mezin çi ye? Ev pirs niha ji her demê zêdetir ketine rojevê.
Destpêkê divê bê zanîn ku heke hebûnek ji hebûna din re bibe talûke, ewlehiya her du hebûnan jî ne gengaz e ku dê teqez pêk bê. Heke çareseriya kurdan ji tirk û ereban re talûke be, ewlehiya kurdan jî tune ye. Heke çareseriya ereb û tirkan ji kurdan re talûke be, ewlehiya wan jî tune ye. Lewma çareseriyeke giştî hewce ye. Li Rojava ji ber ku eşîrên ereban zîvirîn û îxanet li kurdan kirin, niha baweriya bi wan şikestiye. Kurd dibêjin ‘em dev ji xwişk-biratiya gelan berdin, xwebixwe çareseriyekê bi pêş bixin’. Her çiqas kurd bi îxanetê re rûbirû mabin jî pêdivî bi çareseriyeke giştî heye. Heta niha zêdetir xweseriyên dewletan û parçeyan li ber çavan dihatin girtin. Lê niha pêdivî bi çareseriyeke giştî heye. Divê bêyî ku rastiya herêmê were piştguhkirin, çareseriyeke giştî ya kurdî were bipêşxistin.
Ruhê yekîtiyê ji her demê zêdetir derkete pêş. Hewce ye rêxistin, sazî û dezgehên kurdan, pêşeng û rêvebirên kurdan vê rastiyê li ber çavan bigirin. Rewşa derketî holê, ji bo bipêşxistina yekîtiyeke neteweyî destên wan ji her demê xurtir dike. Ji peyamên tên dayîn tê fêmkirin ku rêsixtinên kurdan jî ev mijar xistiye rojeva xwe.
Kurd vê demê dikarin çi bikin?
Demildest lijne yan jî saziyeke neteweyî ya domdar were avakirin. Ev sazî dikare ji temsîlîyeta her perçeyan wekhev were diyarkirin. Rêxistinên sereke yên ku temsîliyeta kurdan dikin kêm zêde diyar in. Li gorî rewşê hejmarek dikare were diyarkirin.
Ev lijne ji bo çar dewletan helwesta kurdî diyar bike. Mafên herî kêm divê çi bin wekî helwest aşkere bike. Wekî mînak, dikare bê gotin ‘Ji bo çareseriyeke mayinde kurd li nav sînorên kîjan dewletê bijîn divê mafê wan ê perwerdeya kurdî, temsîliyeta wan a siyasî were naskirin’.
Bangawaziyekê li raya giştî ya cîhanê bike. Di vê bangewaziyê de ji bo kurdan bi gelemperî çi tê xwestin were diyarkirin. Her wiha xwesteka ji kurdên diyasporayê jî were vegotin.
Encamnameyeke ku ji ber pirsgirêka kurdî nayê çareserkirin çi zehmetî tên jiyîn biweşîne.
Ji bo rêxistinên kurdî bangawazî û helwesta yekîtiya neteweyî diyar bike. Xebata pêkanîna kongreya neteweyî bide destpêkirin.
Komîsyoneke teng ji bo bi saziyên navnetewî re danûstandinan bike were peywirdarkirin.
Ev xal dikarin werin zêdekirin. Lê ya muhîm ew e ku helwesteke kurdî ya derkeve holê. Ji geşedanên dawî hate fêmkirin ku hem dewletên herêmê hem jî hêzên neteweyî di pêşeroja Rojhilata Navîn de naxwazin cih bidin kurdan. Desthilata hegemonîk dixwaze di ser dewletên heyî de têkiliyên xwe xurt bike. Di krîtera desthilata hegemonîk de ‘demokratîkbûn’ tune ye. Dixwaze dewletên lawaz ên ku ji navendê têne birêvebirin bi pêş bixe. Destpêkê nakokiyên li nav dewletê bi kar tîne, dema ew hêz lawaz dibin li gorî xwe piştgiriyê dide desthilatê. Li Efxanistan, Lîbya û Suriyeyê heman tişt kir. Ji ber ku kurd bi hev re tevnagerin her carê hinek mafên kurdan tên astengkirin. Di 30 salên dawî de kêm-zêde, baş-xerab kurdan hinek rêbazên çareseriyê bi pêş xistin, nîşan dan ku di Rojhilata Navîn de hêzek in. Lê niha tê xwestin ev çareserî ji holê werin rakirin û kurd bêtemsîliyet werin hiştin. Berî sedsalî bi dek û dolaban kurd bêstatu hatin hiştin, niha jî tê xwestin kurd wekî kes werin naskirin lê ne wekî netewe. Ji bo pêşiya vê rêbazê were girtin, ev xalên li jor min anîne ziman girîng in.
Kurdan bi sekna xwe nîşan da ku ew di sedsala 21ê de nûneriya wijdan û exlaqê dikin. Ji ber vê kurd êşê dikişînin, lê ev ne tiştek xerab e. Ya muhîm ew e ku kurd vî wijdan û exlaqî veguherînin tevgereke gerdûnî. Şerê kurdan, têkoşîna kurdan bêdengiya li hemberî planên qirêj hinek şikand. Bi helwesteke yekbûyî dikarin pêşengî bikin ku hemû kesên xweyî wijdan biaxivin û hêzên qirker mecbûr bimînin ji planên xwe gav bi paş ve biavêjin.


