Komaleya Koçberiyê: Êrişên li ser Rojava sûcê şer e
Komaleya Koçberiyê ya Mezopotamyayê êrişên li ser Rojava protesto kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş binpêkirina eşkere ya Peymanên Cenevreyê ne û banga hestyariyê li saziyên navneteweyî kir.

Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyayê, li dijî êrişên çeteyên HTŞê, SMOyê, DAIŞê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li avavahiya komeleyê hate lidarxistin û ji aliyê Hevseroka Komeleyê Medya Alkan ve hat xwendin. Medya Alkan diyar kir ku li herêmê felaketeke mezin a mirovî diqewime û sivîl bi komkujiyê re rûbirû ne.
Medya Alkan di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa sivîlan û diyar kir ku armanca van êrîşan koçberkirina gelên herêmê ye û wiha got: “Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, herêmên Rêveberiya Xweser di encama êrîşên rêxistinên cîhadîst ên mîna HTŞ û DAIŞê de bi felaketeke giran a mirovî re rûbirû ne. Ev êrîş rasterast sivîlan dikin hedef û dibin sedem ku gelê kurd û pêkhateyên din ên herêmê bi zorê ji cih û warên xwe bibin. Hedefgirtina cihên sivîlan, koçberkirina bi zorê û êrîşên li ser bingehê etnîkî, dikevin çarçoveya sûcên şer.”


