Komeke din a koçberên Efrînê bi rê ketin

Komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ketin. Heta niha 4 kom gihiştin Efrînê.

1 deqe xwendin
Komeke din a koçberên Efrînê bi rê ketin

Bi sedhezaran welatiyên Efrînî, ji ber êrişa komên paramîlîter yên girêdayî Tirkiyeyê ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin. Welatiyên Efrînî, di çarçoveya lihevkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de kom bi kom vedigerin warê xwe. 

Piştî nîvro koma 5emîn a koçberên Efrînê ku ji nêzî hezar kesî pêk tê ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Hêjayî bi bîrxistinê ye koma yekem ku ji nêzî 400 malbatan pêk dihat di 9ê Adara 2026an de, koma duyemîn a ji nêzî 200 malbatan pêk dihat di 4ê Nîsanê de, koma sêyemîn a ji nêzî 800 malbatên koçber pêk dihat di 14ê Nîsanê de û koma çaremîn a ji nêzî hezar malbatan pêk dihat jî di 9ê Gulanê de bi rê ketin û gihiştin Efrînê. Îro (10ê Gulanê) jî koma 5emîn bi rê ket.