Komîteya Amadekar gelê Wanê vexwend Newrozê
Hevberdevkên Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Umît Tayanîr û Herdem Acar bang li welatiyan kirin ku beşdarî pîrozbahiyê bibin û gotin: “Werin em bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin.”

Newroza îsal ku bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" û "Newroza Azadiyê û Demokrasiyê" tê pîrozkirin, yek ji navendên wê yên herî girîng jî bajarê Wanê ye. Pîrozbahî her sal bi beşdariya bi sed hezaran kesî tê lidarxistin û îsal jî dê sibê (22yê adarê) li ber Keleha Wanê bê lidarxistin.
Amadekariyên pîrozbahiya ku dê saet di 10.00an de dest pê bike temam bûne. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Derya Arslan û Veysi Aktaş dê wek axêver beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Hevberdevkên Komîteya Amadekar Umît Tayanîr û Herdem Acar ji bo pîrozbahiyê banga beşdariyê kirin.
Giringiya Newroza îsal
Umît Tayanîr bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê û wiha got: “Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an, pêvajoya aştiyê dest pê kir. Ev pêvajo li Rojhilata Navîn, Tirkiye û li her derê Kurdistanê watedar dibe. Divê di serî de gelê kurd, her kes xwedî li paradîgmaya Rêbertiyê derkeve. Gelê kurd dê di vê Newrozê de carekê din biqîre ku îradeya wan Rêbertî ye. Daxwaza bingehîn a îsal azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê ye. Em vê Newrozê wekî ‘Newroza azadiya Rêbertiyê’ pênase dikin. Em hemû gelê Wanê di 22yê adarê roja yekşemê de vedixwînin ber Keleha Wanê.”
Em azadiya Rêberê Gelê Kurd biqîrin
Herdem Acarê jî ev tişt anî ziman: “Bi berxwedana Rojava re di nava gelê kurd de yekitiyekê mezin pêk hat. Em ê jî bi hişmendiya yekitiya neteweyî Newroza 2026an pîroz bikin. Em gelê xwe yê ji 7 salî heta 70 salî vedixwînin bernameya Newrozê ya ku dê 22yê adarê roja yekşemê saet di 10.00an de bê lidarxistin. Werin em bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin.”


