Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd xwestin konferansê li dar bixin

Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, xwestin ku konferansek neteweyî ya Kurd bê lidarxistin.

1 deqe xwendin
Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd xwestin konferansê li dar bixin

Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Rojava, daxuyanî dan û xwestin nasnameya kurd û destkeftiyên neteweyî yên di salên dawî de hatine bidestxistin bêne parastin. Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd destnîşan kir ku tecrubeyên Rojava di wijdanê Kurdên li Kurdistan û dîasporayê de ruhê neteweyî ji nû ve zindî kir. 

Komîteyê, ji bo ciwanên ku di parastina rewa de cih digrin û ji bo Kurdên li her çar beşên Kurdistanê, li dîasporayê silavên xwe şand û destnîşan kir ku destkeftiyên siyasî, çandî û perwerdeyî yên li Rojava berhema têkoşîna 14 salan in û bi taybetî jî berxwedana li dijî DAIŞê ku bihêzkirina jinan û pêşxistina saziyên sivîl jî di nav de wê tu caran dev ji wan destkeftiyan bernedin.

Komîteyê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de banga lidarxistina konferansek neteweyî ya berfireh bi beşdariya nûnerên ji her çar beşên Kurdistanê kir û got: “Armanc ew bû ku vîzyona siyasî bê yekkirin û mîsogerkirina beşdariya xurt a hevkar a gelê Kurd di pêvajoyên siyasî yên pêşerojê de ye.” 

Komîteyê, daxwaz kir ku Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê gelê Kurd bi destûrî nas bike û mafên siyasî, çandî û neteweyî mîsoger bike.