Komploya 15ê sibatê li Edeneyê hat şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 15ê sibatê li Edeneyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Gelek kes beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li ber Rêxistina Bajar a Edeneyê ya DEM Partiyê bûn. Hevserokê Rêxistina Navçeya Ceyhanê ya DEM Partiyê Tahîr Ozdemîr daxuyanî da û anî ziman ku li hemberî polîtîkayên êriş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalandê li dora “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” têkoşîna xwe dewam bikin. Ozdemîr diyar kir ku pêvajoya di 9ê Cotmeha 1998an de destpê kir di 15ê sibata 1999an de bi dîlgirtina Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê dewam kir û anî ziman ku ligel mercên tecrîda giran jî çareseriya demokratîk û perspektîfa aştiyê ya bi rûmet komplo têk biriye.
‘Em rênadin Komployê’
Ozdemîr her wiha destnîşan kir ku wê di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de israr bikin. Ozdemîr ragihand ku wê rê nedin hewldanên komployên nû yên li ser Rojava û tevahiya herêmê û got, bi berxwedana hevpar a gelan êriş bi giranî hatin têkbirin. Daxuyanî bi qêrîna diruşmeyan bi dawî bû.


