KON-MED Û YJK-E: Divê saziyên navneteweyî berpirsiyarî bigirin
KON-MED û YJK-E bang kirin ku li her derê, nemaze li Almanyayê û li hemû welatên ku kurd lê dijîn, saziyên navneteweyî berpirsiyarî bigirin ser milên xwe û êrîşên li ser gelê kurd tên kirin teşhîr bikin

Saziyên sîwanî yên Kurdan li Elmanyayê, Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) û Yekîtiya Jinên Kurd li Almanyayê (YJK-E), têkildarî rewşa giran a ku bi êrîşên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dijwar bûye, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Daxuyaniya hevpar a saziyên sîwanî wiha ye:
Wekî gelê kurd, em yek ji demên herî krîtîk ên dîroka de derbas dibin. Piştî peymanên qirêj û ne rewa yên ku vê dawiyê hatine çêkirin, gelê kurd li Rojava li ber çavên cîhanê bi gef, êrîş û hewldanên komkujiyan ên sîstematîk re rû bi rû ye. Derba ku artêşa jinan li çeteyên cîhadîst da û li seranserê cîhanê deng veda, di bîranînên me de wekî roja yekem hîn bi zindî maye. Jinên bedew ne tenê mêrên kirêt têk birin, lê di heman demê de di afirandina pêşerojek azad û demokratîk de li dijî hemî hêzên dagirker ên hegemonîk rolek pêşeng lîstin. Îro, hedef girtina gelê kurd bi rêya rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ û HTŞ, ku ji hêla dewleta tirk ve têne piştgirî kirin, nayê qebûlkirin. Ev êrîşên li dijî gelê kurd, ku bi deh hezaran bedel dane û li dijî DAIŞê windahiyên mezin dane, dê wekî şermek sedsalek di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirin. Bêdengiya û bêxemiya hêzên navneteweyî bi zelalî nîşan dide ku polîtîkayek cidî ya tunekirin û tasfiyekirinê li dijî gelê kurd dimeşe. Rewşa heyî nîşan dide ku hebûn û pêşeroja gelê kurd û paradîgmaya me ya azadîxwaz û demokratîk a jinan rasterast têne hedefgirtin.
Bêdengmayîn di vê serdema dîrokî de tê wateya pejirandina bûyerên ku niha diqewimin. Lêbelê, em dizanin ku dema ku em bi rihê yekîtiya neteweyî û hişmendiya hevpar a ku bi berxwedana Kobanî ve hatî afirandin tevbigerin.Wê demê em dikarin van planên tarî têk bibin. Şerê ku li dijî Rojava hatî destpêkirin jinan û hemî destkeftiyên kurdan hedef digire, û ev jî tê wateya qirkirina gelê Kurd. Tenê rêya rizgarbûna gelê kurd ew e ku têkoşîn bi seferberiyek mezin, di çarçoveya rihê neteweyî û hişmendiya neteweyî de berfireh bibe.
Wekî KON-MED û YJK-E, banga me zelal e: Em wan hêzên ku li dijî gelê kurd planên komkujiyan çêdikin û fetwayan didin û jê re dibêjin Enfal û hewla komkujîya duyem a Helepçe didin hişyar dikin. Emê bi rihê Kobanî di xeta felsefeya jin, jiyan û azadiyê de bersiva komkujiya bidin û tê bikoşin. Divê li hemû bajarên Almanya yên ku em lê dijîn derkevin kolanan da ku raya giştî agahdar bikin, bang li saziyên navneteweyî bikin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û êrîşên li dijî gelê kurd teşhîr bikin.
Çalakîyên aştiyane li ber dezgehên çapemeniyê, parlamento, saziyên fermî û nûnertiyên navneteweyî, nemaze Konsulxaneyên DYA, dê nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku gelê kurd ne bi tenê ye û li hember van sûcan bêdeng namîne. Divê çalakî bênavber li her deverê ku kurd lê ne bidomînin. Her çend çalakiyên navendî pêk werin jî, divê çalakiyên herêmî bênavber û bi berdewamî domdar bin.Şerê ku li dijî Rojava hatiye destpêkirin hemû destkeftiyên kurdan û ji ber vê yekê qirkirina hebûna kurdan hedef digire. Tekane rêya rizgarbûna gelê kurd seferberiyeke mezin e û di çarçoveya ruhê neteweyî û hişmendiya netewa demokratîk ve û bi bilindkirina têkoşînêve pêk ane. Bijî Rojava! Bijî Kurdistan! Jin, Jiyan, Azadî! Bijî berxwedana gelê kurd!"


