Kongra Starê îmzeyên hatî komkirin, radestî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar kir
Kampanyaya îmzeyan a Kongra Starê ji bo aqûbeta girtiyan û kesên winda dabû destpêkirin, bi dawî bû. Îmzeyên hatin komkirin, radestî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar hatin kirin.

Kongra Starê di 12ê adarê de ji bo çarenûsa kesên di êrişên 6-19ê çileyê de yên komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin piştgirîn, winda bûn û dîl hatin girtin, kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya, heta 17ê adarê berdewam kir û di 18ê adarê de bi dawî bû. Kongra Starê encamnameya kampanyayê li ser malpera xwe ya fermî parve kir.
Encamnameya kampanyayê wiha ye:
“Bi vîna gel a hişk û israreke bihêz, em îro bidawîkirina kampanyaya berfireh a gel radigihînin. Kampanya ji aliyê Kongra Star ve, bi hemahengiya bi rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl û hêzên siyasî re 12ê adarê dest pê kir û heta 17ê adarê dom kir. Ev kampanya wek qîrîneke bimaf li beramberî binpêkirinên bêhempa û proseyên windakirina neçar a ku gelê me yê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, Tebqa, Dêr Hafir û Reqayê li dar ket. Her wiha tekezkirina cemawerî ya li ser nepejirandina siyaseta xinizî û binpêkirinên ku hêzên Ewlehiya Giştî (elemin elam) ya girêdayî rejîma veguhêz a Sûriyeyê pêk anîne û hemû peymanên navdewletî û hevpeymanên imzekirî binpêkirine.
Îmze ji kesayetên yasayî û sivîl, nemaze li Sûriyeyê û welatên din mîna Herêma Kurdistanê, Iraq, Arjantîn, Awistralya, Brîtanya, Kolombiya, Hindistan, Fînlandiya, Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Meksîka, Katalonya, Fransa, Swîsre, Filîpîn, Italya, Spanya, Misir, Lîbya, Cezayîr, Polonya, Skotland, Galîsya, Sûdan, Lubnan, Komara Çekyayê, Îrlanda, Brezîlya û Denmarkê hatin berhevkirin.
Hemûyan bi dengekî ragihand ku dosyaya windayiyan dozeke rûmeta mirovahiyê ye, paşxistin û bazarê napejirîne. Ev hejmar, asta hevgirtina gel û biryardariya şikandina bendên bêdengiyê der barê krîza bi hezarên malbatan ên ku di nava êşa windabûn û tundiya bendewariyê de mane, diyar dike. Her wiha belgeyeke şermezarkirinê ya ji aliyê gel ve der barê veşartina agahiyan a ku bi sîstematîk tê birêvebirin û binpêkirinên ku gihaştin asta tawanên şer nîşan dide.
Bi vê boneyê, em Kongra Star û hemû aliyên têkildar spasiya her kes û saziyên ku di serkeftina vê kampaniyê de beşdar bûne, bi taybetî malbatên dîlgirtî û windayiyan ên ku bi hedara xwe bûn hêza vê tevgerê, dikin.
Di dawiyê de, em ji raya giştî û civaka navnetweyî re diyar dikin ku ev encamên ku bi îmzeyên gel ve belgekirî ne dê bi awayekî fermî weke pêvekên daxwazî yên yasayî ji aliyên naveteweyî yên destnîşankirî mîna Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî, Serokatiya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Komîteya Ewropayê ya Qedexekirina Îşkenceyê re bê şandin. Em vê vîna gel dispêrin van rêxistinên navneteweyî û wê li pêş berpirsyariyên wan ên dîrokî û yasayî datînin. Têkoşîna me dê bi hemû rêbazên rewa berdewam bike heya ku çarenûsa her kesê winda aşkera bibe û hemî girtî û mehkûm bê şert û merc serbest werin berdan.''


