Koordînasyona Newrozê dê sibê Deklarasyona Newrozê ragihînin

Koordînasyona Newrozê ku îsal Newrozê bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîroz bikin, dê sibê li Amed û Stenbolê deklerasyonê bi civînên çapemeniyê bi raya giştî re parve bikin.

1 deqe xwendin
Koordînasyona Newrozê dê sibê Deklarasyona Newrozê ragihînin

Koordînasyona Navendî ya Newrozê dê sibê li Amed û Stenbolê deklarasyona Newroza 2026an ku bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîroz kirin, ragihînin. Deklarasyona Newrozê dê seat di 11:00an de li  Sûmerparkê ya Amedê bi civînek çapemeniyê bê ragihandin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay, Hevserokê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, Endamên Meclîsa Ciwanan, nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên civakî dê tev li civîna çapemeniyê bibin.

Li Stenbolê jî civîna ragihandina deklarasyonê dê saet di 13:00an li Elîte World Hotelê bi civînek çapemeniyê bê aşkerakirin. Hevseroka HDKê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllari, endamên TJA û Meclîsa Ciwanan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê tev li civîna çapemeniyê bibin.

Deklarasyon dê bi du zimanan bê xwendin

Deklarasyona Newrozê dê bi kurdî û tirkî were xwendin. Di deklarasyonê de jî li ser wate û girîngiya Newroza îsal dê nirxandin cih bigirin. Tê payîn nûnerên gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî tev li civînê bibin.

Dê li 53 cihan navendî bê pîrozkirin

Koordînasyona Navendî ya Newrozê ragihand ku Newroza îsal herî kêm dê li 53 cihên bi awayek navendî bê pîrozkirin. Ji bilî cihên navendî jî tê payîn ku Newroz li zêdeyî 100 cihan bê pîrozkirin.

Start di 11ê Adarê de ye

Starta pîrozbahiyan jî dê di 11ê Adarê de li çar navenda bê dayîn. Li gorî bernameyê li Sûra Amedê, li Kadîfekaleya Îzmîrê, li navçeya Depê ya Xarpêtê û li navçeya Bazîdê ya Agiriyê dê start bê dayîn.