‘Kurd dê xwe azad bikin’
Li Tekîrdagê bi beşdariya sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin ku agirê Newrozê yê îsal dê bibe agirê azadiyê yê hemû gelên bindest.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi dirûşma ‘Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê’, li navçeya Ergene ya Tekîrdagê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Pîrozbahî, li Qada Newrozê ya Yeşîltepeyê hat lidarxistin. Qada Newrozê, bi pankartên mezin ên ‘Ziman aştî azadî’, ‘Zimanê Kurdî xeta me ya sor e’, ‘Statuya Kurdî’ û ‘Newroz pîroz be’ hatin daliqandin. Tevî hewayê sar jî ji heft salî heta heftê salî ji her beşên civakê welatî tev li bûn û qada pîrozbahiyê tije kir. Jinên ku cilên reng bi reng li xwe kirin, li ber stranan govend gerand û tililî avêtin.
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Wekîlên DEM Partiyê Ozgul Sakî û Yilmaz Hun weke axêver tevlî bûn. Girseyê, li ber stranan govend gerand. Her wiha gelek hunermend derketin ser dikê. Agirê Newrozê, bi pêşengtiya jinan hate hilkirin.
‘Azadİya gelê kurd azadİya gelên rojhİlata navîn e’
Wekîlê DEM Partiyê Yilmaz Hun di pîrozbahiyê de got ku gelê kurd îro li her çar parçeyan agirê Newrozê geş dike û wiha domand: “Ji bo gelê kurd Newroz ne tenê pîrozbahî ye, her wiha azadî, berxwedan û serkeftin e. Li dijî gelê kurd şerekî mezin heye. Kurd dê xwe azad bikin. Pêvajoyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin heye. Gelê kurd dixwaze birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Gelê kurd her tim yek bû û dê vê yekitiya xwe her tim bidomîne. Azadiya gelê kurd tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn. Gelê kurd teqez dê bi ser keve.”
’Agırê azadiyê yê gelên bindest’
Wekîl Ozgul Sakiyê jî ev tişt anî ziman: “Cejna berxwedanê ya gelê kurd êdî bû agirê azadiyê yê hemû gelan. Ez, berxwedana jin û ciwanên îro li vê qadê bi coşa xwe disekinin, silav dikim. Ez Cejna Newrozê ya hemû kesên aştîxwaz pîroz dikim. Min silavên hevalên girtî ji we re anîne. Wan jî niha agirê Newrozê vêxistine. Newroz li hemû gelan pîroz be. Agirê Newrozê yê îsal dê bibe agirê azadiyê yê hemû gelên bindest.”
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê. Coşa Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.


