Kurd ji bo Rojava xebatên dîplomatîk dimeşînin
Siyasetmedar û saziyên kurd ên li Îngîltereyê, ji bo piştgiriya Rojava, kampanya dane destpêkirin, hewldanên dîplomatîk dikin û li hikûmet, parlamento û Wezareta Derve ev bang kirin “Ji bo Rojava bikeve nava tevgerê.”

Kurdistaniyên li Îngilistanê bi dirûşmên "Defend Rojava" û "Dawî li şerê li dijî kurdan bînin" li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê çalakiyên girseyî lidar dixin. Siyasetmedar û saziyên kurd jî bi kampanyayên îmzeyan û nameyan têkoşîna demokratîk dimeşînin. Têkoşîna dîplomatîk a kurdên li Îngilistanê bi vî rengî ye: "Kurds for Labour" (Partiya Karker a ji bo Kurdan) ku ji siyasetmedarên kurd ên li nava Partiya Karker pêk tê, li ser nameyek ji Wezareta Karên Derve re şand. Berdevkê Kurd For Labour siyasetmedarê kurd Sarbaz Barznji name şand û rexne hat kirin ku têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞê ji nedîtî ve hatiye û ev yek ne tenê li dijî exlaqê ye, di heman demê de li ser ewlekariya neteweyî ya Kraliyeta Yekbûyî wê encamên cidî bi xwe re bîne.
Lewma bang li Kraliyeta Yekbûyî hat kirin ku ji bo parastina sivîlên kurd û piştgiriya bi pirrengiya demokratîk bi lez gavên dîplomatîk biavêje.
Parlamentera Partiya Karker Feryal Clark Demîrcî ku kurdeke elewî ye, careke din pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir û nameyek nivîsî.
Feryal Clark Demîrcî diyar kir ku kiryarên li dijî kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî cidî ne û bang kir ku li Neteweyên Yekbûyî tundî bê şermezarkirin, pêkanîn bê ferzkirin, hewldanên dîplomatîk bêne zêdekirin û alîkariya mirovî bê kirin. Herwiha hişyarî da ku eger hewldan bi lez neyê kirin wê tundî asayî bibe û bi koçberiyê re krîza mirovî kûr bibe.
Ji parlamenter Dr. Rupa Huq pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir û pirsî ku ji bo gelê kurd di nava hikûmeta Sûriyeyê de bê temsîlkirin dema dawî bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî re hevdîtinek kiriye yan na.
Ji aliyê Kurdish Progress û Meclîsa Gel a Kurd li ser êrişên li hemberî Rojava bi navê "Stop Attacks on Kurds in Northern Syria" kampanya hat destpêkirin. Di nava piştevanên kampanyayê de akademisyen, karsaz, şaredar, sendîkavan, kurdistanî û dostên wan hene.
Di metna kampanyayê de hat ragihandin ku li dijî DAIŞê, gelê kurd yek ji hevalbendên girîng ên Kraliyeta Yekbûyî ye û hat destnîşankirin ku berpirsyariya civaka navneteweyî ye ku vê têkoşînê û mafên kurdan biparêze.
Îmzeyên ku di çarçoveya kampnayayê de têne komkirin piştî wekîlan wê pêşkêşî Parlamenta Kraliyeta Yekbûyî û Wezareta Karên Derve bêne kirin.
Parlamentera Partiya Labour Catherine West bersiv da nameyên di çarçoveya kampanyayê de hatin şandin û bal kişand ser hewldanên hikûmeta Kraliyeta Yekbûyî ya ji bo parastina agirbestê, parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî. Herwiha diyar kir ku ji bo parastina mafên gelê kurd li parlamentê pêşnûme pirs heye û wê şopdarê mijarê be.


