Kurd li dervê hiqûqa destûrî hatine hiştin
Hiqûq li Kurdistanê tu carî tenê nebuye mijara dadgeh, qanûn an rêziknameyên destûrî. Ji ber ku dema em li dîroka sed salên dawî ya gelê Kurd dinêrin, em dibînin ku gelek caran hiqûq ji qada ku azadiyê diparêze hatiye derxistin û bûye amûra înkar, asîmîlasyon û tasfiyeya hêzên siyasî.

Avakirina Hiqûqa Kurd û Kurdistanê; Di bin Sîwana Hiquqa Lewbanîna/Entegrasyon Demokratîk De…
Hiqûq li Kurdistanê tu carî tenê nebuye mijara dadgeh, qanûn an rêziknameyên destûrî. Ji ber ku dema em li dîroka sed salên dawî ya gelê Kurd dinêrin, em dibînin ku gelek caran hiqûq ji qada ku azadiyê diparêze hatiye derxistin û bûye amûra înkar, asîmîlasyon û tasfiyeya hêzên siyasî. Ji ber vê yekê, nîqaşa ku îro li ser “Hiqûqa Kurd û Kurdistanê” tê meşandin tenê nîqaşek teknîkî ya hiqûqî nîne; di heman demê de rûbirûbûnek dîrokî, veguherînek siyasî û lêgerîna civaka demokratîk e.
Bi pêvajoya avakirina netew dewleta modern li Rojhilata Navîn, Kurd li çar parçeyan hatin dabeşkirin û ji hevdu hatin veqetandin; ji aliyê ziman, nasname û hebûna siyasî ve bi polîtîkayên sistematîk yên înkarê re rû bi rû man. Pergala hiqûqî ya ku ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve hate sepandin jî li ser vê paradîgmaya înkarê hate avakirin. ‘’Plana Îslahatê ya Şarkê’’, ‘’Qanûna Takrîr-i Sukun’’, ‘’Dadgehên Îstîqlalê’’, siyasetên sirgûnê, rejîma rewşa awarte, kuştinên kiryarên wan nediyar, valakirina gundan, koçberkirina bi darê zorê, dadgehên bi navê DGM û îro jî sepandina qayûman, hemû nîşaneyên heman xeta dîrokî ne ku di demên cuda de hatine jiyîn. Ji herikîna dîrokê heta îro li Kurdistanê hiqûq wekî amûrek ewlehiyê û tunehesibandinê hatiye bikaranîn.
Di dîroka Komara Tirkiyeyê de Kurd hertim li derveyî hiquqa destûrî hatine hiştin. Qedexekirina zimanê dayikê, redkirina hebûna komî û çandî, siyaseta koçberkirinê ya bi darê zorê, destwerdanên li qada nûneratiya siyasî û sînordarkirina domdar a azadiya rêxistinbûnê, parçeyên sîyaseta hiqûqek awarte ya sistematîk in. Bi taybetî salên 1990’an demek wisa ye ku li Kurdistanê hiqûq bi temamî tê rawestandin, rewşa awarte dibe rewşek mayînde û paradîgmaya yêkperest ya ewlehiyê hemû warên jiyanê destnîşan dike û di bîra civakî de cih digire. Di wê serdemê da, bi hezaran gund û war hatin vala kirin û şewitandin, bi milyonan kes bi zorê ji cihên xwe hatin derxistin û bîra civakî hate parçekirin. Şewitandina gundan gihişt asta tasfiyekirina hebûna aborî û çandî.
Yek ji mîrasên herî giran ên vê demê kuştinên kiryarên wan nediyar bû. Rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, parêzvanên mafên mirovan û welatiyên ji rêzê jiyana xwe ji dest dan; gelek bûyer an bi tu awayî nehatin lêpirsîn an jî bi bêsizakirinê encam dan. Ji Musa Anter heta Vedat Aydin, ji Mehmet Sincar heta gelek qurbaniyên bênav. Ev tablo tenê nîşaneya sûcên kesane nîne; di heman demê de ew tawan encama sepandina rejîmek îstisnayî û hiqûqek awarte ye. Bi heman awayî, ji Dersim, Zîlan û bûyerên dîrokî yên din heta ihlalên giran ên mafên mirovan ên demên nêzîk jî mînakên vê rejima tepisîner û înkarker in.
Îro sepandina qayûman, operasyonên siyasî, zextên li ser azadiya ragihandinê û sûcdarkirina siyaseta demokratîk nîşan didin ku hiqûqa awarte ya berê û rejima hiquqa îstisnayî bi şêweyên cuda berdewam dike. Ji ber vê yekê, nîqaşa li ser avakirina hiqûqa Kurdistanê di heman demê de pirsa azadkirina hiquq, civak û siyaseta demokratîk e.
Di kêlîya ku îro pêkhatêyên Tirkiyeye û Kurdistanê lê dijîn da, ne civaka Tirkiyeyê û ne jî rastiya guherbar a Rojhilata Navîn îmkanê nade ku ev paradîgmaya ewlehîperest û yêkperest berdewam bike. Ji ber vê yekê, di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê ya Rêber Abdullah Öcalan ji bo çareserî û veguherîna demokratik de, li ser bingeha hiqûqek demokratîk û yekgirtî lêgerînek heye.
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê riya aştiya mayînde bi muzakereya demokratîk û çareseriya siyasî re derbas dibe. Divê pirsgirêkên Kurdan ji qada ewlehiyê werin derxistin û bibin mijara muzakereya demokratik. Ji ber vê yekê, hewcedariya sereke ne tenê reformên qanûnî û destûrî ne, Herweha hewceyî avakirina peymaneke civakî, sazkirina hişmendiya azadîxwaz jî heye. Ev jî li ser bingeha civaka demokratik pêkan e.
Di vê çarçoveyê de, yek ji şertên bingehîn ên çareserî û veguherîna demokratîk, statûya Rêber Abdullah Öcalan e. Dema ku em li dîroka nîv sedsala dawî ya pirsgirêka Kurd dinêrin, bandora civakî û siyasî ya Rêber Öcalan nayê înkarkirin. Ji ber vê yekê, ji bo ku pêvajoya çareseriyê pêşve biçe, muzakereyên aştiyê bi awayekî têkuz bên meşandin û veguherîna demokratik rewabuna xwe ya civakî bistîne, pêdivî ye ku şertên jiyana azad, xebata azad û tekiliya bi civakê re ji bo Rêber Öcalan bêne avakirin. Ev tenê pêdiviyek ferdî nîne; ev hewcedariyek hiqûqî ya çareseriya demokratîk a pirseke dîrokî ye ku bi milyonan kesan eleqedar dike.
Yek ji qonaxên din ên bingehîn ên aştiyê jî ew e ku beşdarbûna gerîlayên ku çek danîne di siyaseta demokratîk de bi garantiyên hiqûqî û rêzikên qanûnî werin parastin. Tecrûbeyên cîhanê nîşan didin ku derbasbûna ji pêvajoyên pir bi nakokî tenê bi garantiyên hiqûqî yên xurt gengaz e. Ji Afrîkaya Başûr heta Irlanda Bakur gelek nimûne hene ku tê de kesên ku ji têkoşîna çekdarî hatine,bûne aktorên siyaseta demokratîk û aştiya civakî jî bi vî rengî hatine rêvebirin. Ji perspektîfa hiqûqa demokratîk û yekgirtî ve, divê tawandîtina çalakiyên siyasî were sekinandin, azadiya rêxistinbûnê bê garantîkirin û hemû astengîyên qanûnî û hiqûqî yên li pêşiya siyaseta demokratik bi rêya qanûnên nû bên rakirin.
Bi heman awayî, rewşa bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, aktîvîst û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de jî parçeyek ji çareseriya demokratîk e ku jê nayê veqetandin. Li welatekî ku aktorên siyaseta demokratîk di girtîgehê de ne, avakirina aştiya civakî ne gengaz e. Di pêvajoyeke berfireh a demokratîkbûn û aştiyê de divê dosyayên siyasî ji nû ve bêne nirxandin, pergala infazê li gorî prensîbên hiqûqa demokratîk were dariştin û gavên qanûnî bên avêtin ku beşdarbûna girtiyên siyasî di jiyana demokratîk de pêkan bibe. Herwiha, pêwîst e ku komîsyonên serbixwe yên heqîqetê werin avakirin ku li ser kuştinên kiryarên wan nediyar, windakirinên bi zorê, şewitandina gundan û binpêkirinên din ên giran ên mafên mirovan lêkolînê bikin.
Yek ji qonaxên herî girîng ên perspektîfa civaka demokratîk jî rêveberiyên herêmî yên demokratîk in. Ji bo Tirkiyeyê, sepandina bê şert û merc a Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, xurtkirina meclîsên herêmî, nasîna ziman û parastina mafên çandî di destûrê de û dabînkirina xizmetên komî û takesekî bi zimanê dayikê bingehên çareseriya demokratîk in.
Di vê qonaxa dîrokî ya girîng de, avakirina bingehek hevpar a têkoşînê ji bo hiqûqnasên Kurd ji her demê zêdetir berpirsyariyê ferz dike. Ji ber ku hiqûqa çareseriya demokratîk ne tenê li ser maseyên muzakereyê yên dewletan an aktorên siyasî tê şekildan, lê her weha di bîra gelan de, di daxwaza dadweriyê de û di perspektîfa azadîxwaz jî tê avakirin. Ji ber vê yekê, Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratik ku di 4-5’ê Tîrmehê de dê were lidarxistin, ne tenê civînek ji rêzê ye, lê her wiha îradeya avakirina hiqûqa gelê Kurd e.
Ji bo gele Kurd ku di dirêjahiya dîrokê de rastî siyaseta înkarê, hiqûqa îstîsna û rejîmên awarte hatiye, ji nû ve li ser hiqûqa xwe fikirkirin, pêşxistina pêşniyarên ku qada siyaseta demokratîk fireh bikin û nîqaşkirina garantiyên hiqûqî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, îro berpirsiyariya dîrokî ya hiqûqnasên Kurd e. Ev berpirsiyarî li ser bingeha neteweyî-demokratîk yekitiyek hiquqnasên Kurd li ser me ferz dike..
Em ji bo ramanên xwe parve bikin û hiqûqa nu ya gelê Kurd û Kurdistanê bi hev re niqaş bikin û yekitiyekê ava bikin hemû hiqûqnasên Kurd vedixwînin Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratik. Bar bi giranî li ser milê hiquqnasên Kurd e.
Endamê OHDa Wanê Prz. Veysi Guneş


